AKP-MHP'ê Colemêrg bêav hişt

Colemêrg ku bi çavkaniyên xwe yên dewlemend ên avê tê naskirin, ji ber polîtîkayên qeyûm av lê nema ye.

Colemêrg ku nifûsa xwe 300 hezar kes e û weke paytexta çiya û avê tê naskirin, bi salan e bêav hatiye hiştin. Ji xeta avê ya ku qeyûm 33 milyon TL lê xerc kir jî bi salan e av nayê.

Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, bi bîr xist ku wan ji bo şaredariya gel dest bi kar kirin û got, "Bi hewldana şaredarên me re xetên berê hatin sererastkirin û bi xeteke nû ya avê, pirsgirêka avê ya bi salan a xelkê Colemêrgê kêm jî be hate çareserkirin. Ji ber ku gundên me hatin şewitandin û valakirin, koçberiyeke mezin ber bi navenda Colemêrgê bû. Binesaziya heyî têrê nekir. Li gel vê yekê piştî ku Fadil Bedirhanoglû ji bo Şaredariya Colemêrgê hate hilbijartin, ji bo xetên av û kanalîzasyonê projeyeke berfireh pêşkêşî Banka Bajaran hate kirin. Ev proje piştre di dema hevşaredar Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîftçî de ji aliyê Banka Bajaran ve bi pêşkêşkirina krediyê ji bo şaredariyê hate qebûlkirin. Lê belê sala 2017'an qeyûm hate tayînkirin. Ev projeya berfireh a ku wê bersiv bida pêwîstiya bi avê ya Colemêrgê ya 50 salî, radestî muteahhîtên nêzî desthilatdariyê hate kirin û ji rêgeha wê heta bi kalîteya lûleyên wê, hate xerakirin. Mixabin Şaredariya Colemêrgê di bin deynan de hate hiştin û gel hate mexdûrkirin."