KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Zilm û zorî ne çarenûsa me ye; li dijî dijmin serî hildin'
Ji 11 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn Helmet Viyan di hevpeyvîneke xwe de bal kişandibû ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û gotibû, zilm û zorî ne çarenûsa gelê Kurd e, divê bi taybetî xelkê Başûr li ber dagirkeriyê rabe. -
Xelkê Şengalê cenazeyê Menal Mêrdîn bi merasîmekê spart axê
Şoreşgerê 40 salan Menal Mêrdîn ku li Şengalê di encama reşkujiyeke dewleta Tirk û PDK'ê de şehîd bû, li Şengalê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
16 saziyên zimanê Kurdî: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
Saziyên zimanê Kurdî di derbarê dersen bijartî de daxuyanî dan û gotin, "Divê kurdî nebe derseke hilbijartî, bibe zimanê perwerdehiyê." -
Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 32’yan de didome
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîda Îmraliyê, di roja 32’yan de didome. Çalakvanan ev peyam dan: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em ê vê çalakiyê bidomînin.” -
Dagirkeran 12 caran bi çekên kîmyewî û qedexekirî êrîş kirin
Artêşa Tirk a dagirker 12 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemçoyê. -
Malbata Şenyaşar: Em ê di 17’ê Çileyê de li Meletiyê bin
Malbata Şenyaşar got, "Em ê di 17’ê Çileyê de bi hezaran parêzvanên mafên mirovan re li Meletiyê bin. Em ê nekevin nava reşbîniyê." -
Dîmenê çalakiyeke li Girê Cûdî hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke YJA Starê ya li Girê Cûdî weşand, ku 21'ê Îlona 2022'an hate lidarxistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. -
Li wargeha Mexmûrê ji ber ambargoyê nexweşî zêde bûne
Hevberdevkê Qada Tenduristiyê Husên Gozereşî diyar kir ku ji ber ambargoya li ser wargeha Mexmûrê nexweşî zêde bûne û hikumeta Iraqê jî xwedî li sozên xwe dernakeve. Gozereşî destnîşan kir ku ew jî hewl didin li gorî derfetên xwe xizmetê bikin. -
Hevseroka KODAR'ê: Piştevaniya heyî ya her beşa civakê, wê guhertinên pir cidî pêk bîne
Hevseroka KODAR'ê Gulan Fehîm bal kişand ser piştevaniya her beşên civakê ji bo xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û destnîşan kir ku ev helwest wê bibe sedema guhertinên pir cidî. Gulan Fehîm girîngiya birêxistinkirinê jî destnîşan kir. -
PKK: Em ê bîranîna Zekî Gurbuz û Ozgur Namoglû bi têkoşîna xwe bidin jiyîn
PKK’ê Zekî Gurbuz û Ozgur Namoglû yên MLKP’yî bi bîr anî û got: “Em ê tola wan bistînin û hesabê ji dijminên şoreşê bipirsin.” -
Li Mûşê hat xwestin ku avahiya HDP’ê bidin ber agir
Duh êrîşê avahiya HDP’ê ya Mûşê hat kirin. Hat xwestin ku avahiya partiyê bidin ber agir. -
Egîtim-Sen: Divê hemû gel bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibe
Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê got “Divê li ser vê axê hemû gel karibin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin.” -
Gerîla bi çekên giran li dagirkeran xistin
Tîmên bi tevger ên gerîla li qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi çekên giran li leşkerên dewleta Tirk a dagirker xistin. -
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî dewam dikin
Zexta dewleta Îranê ya li ser xwepêşandêran, jinan û rojnamevanan zêde dibe. Hejmara kesên ku cezayê îdamê li wan hatiye birîn zêde bûne. Li gel vê yekê jî çalakî dewam dikin. -
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku şehîdên me yên qehreman ji me re hiştine û peywirên xwe yên şoreşê bi cih bînin.” -
Şoreş Dîrî: AKP-MHP wê li Colemêrgê di bin bendê de bimîne
Hevserokê HDP'ê yê navçeya Geverê Şoreş Dîrî got, mîna ku wê sibe hilbijartin bibe, amadekariyan dikin û destnîşan kir ku di hilbijartinên 2023'an de wê AKP-MHP'ê li Colemêrgê di binê bendê de bihêlin. -
'CPT li gorî berjewendiyên dewletan tevdigere'
Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Nejbîr Sêrt bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd û zexta li girtîgehan û got, CPT li gorî berjewendiyên dewletan tevdigere. -
Li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Malbata Şenyaşar: Em ê li malê rûnenên, berxwedana me didome
Ferît Şenyaşar ê ku Nobeta Edaletê dewam dike got, "Ew wekîlê desthilatdariyê ye ku komkujî organîze kiriye. Em ê li mala xwe rûnene, em ê bi berxwedanê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin." -
'Em ê hesabê komkujiyan bipirsin'
Gerîlayên YJA-Star û HPG'ê diyar kirin ku, têkoşîna Sakîne Cansiz û şoreşgerên din ên li Parîsê hatin qetilkirin ji bo wan çavkaniya îlhamê ye û got, "Em ê hesabê komkujiyan bipirsin." -
Parêzer David Andic: Komkujiya li Parîsê înfazeke plankirî ye
Parêzerê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) David Andic ji bo êrîşa 23'ê Kanûnê ya li Parîsê got, "Êrîşeke terorê ye ku bi plan û profesyonelî hatiye kirin." -
Karayilan: Dijmin di nav tirs û telaşeke mezin de ye
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel a Mûrat Karayilan li ser cîhazê ji gerîlayan re axivî û got “Ji ber ku dijmin dizane rewşa hewayê biguhere, wê nikaribe li dora çeperên berxwedanê bimîne, ji ber vê jî dijmin ketiye nav tirs û telaşeke mezin.” -
Av ji bo gel bi pere ye, ji bo polîs û MEM'ê belaş e
VASKÎ'yê 30 hezar mirovên ji Wanê da îcrayê ji ber ku nekarîn deynê avê bidin. Lê eşkere bû ku 12 milyon deynê Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî (MEM) û 7 milyon deynê avê yê Midûriyeta Emniyetê jê biriye. -
Li çiyayên Xerzanê biryardariya berxwedanê ya li ser xeta Sarayan
Gerîlayên li çiyayên Xerzanê ji bo hevrêtî, têkoşîn û nêrîna Sakîne Cansiz li dîrokê bineqişînin, li rojnivîska kampê dinivîsandin. -
Ji bo Şehîdên Parîsê li Mexmûrê meş hat lidarxistin
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şehîdên Parîsê bi meşek girseyî hatin bîranîn.