Roja 3'an a nobeda Mexmûrê: Berxwedan û xweparastin

Jinên ku di konê berxwedanê yên Mexmûrê de cih girtine anîn ziman ku li dijî her dorpêç û danîna têlan ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û xwe biparêzin.

Nobeda xelkê Mexmûr a ji bo parastina rûmet û kerameta xwe ya li dijî hewldanên artêşa Iraqê ku dixwaze têl û kuleyan li dora wargehê bi cih bike di roja 3’an de didome. 

Xelkê Mexmûrê ev 3 roj in kon daniye û li ber xwe dide.

Jinên Mexmûrî ku di konê berxwedanê de nobedar in, ji ANF’ê re axivîn û gotin, wê li ber xwe bidin û xwe biparêzin.

'HETA EW LI WIR BIN, EM Ê JÎ LI VIR BIN'

Fatma Cizîrî got: "Dewleta Iraqê neheqiyê li me dike, ji xwe dora me tev xendek in; wê niha hemû têl bikin. Çi ji me dixwazin? Heta ew li wir bin, em jî li vir bin. Em vir bernadin. Dewlet tev neheqiyê li me dikin. Em penaber in, li vir in, hatine çi ji me dixwazin. Em di girtîgeheke servekirî de ne, ma hê çi ji me dixwazin? Heta dilopek xwîna me heye em ê li ber xwe bidin."

'DAYIK Û CIWAN LI BER XWE DIDIN'

Jiyan Posat ku sê rojin di çalakiya nobedê de ye anî ziman ku ji kêliya ku artêşa Iraqê hewl da bikeve wargehê, ew weke ciwan jî li vir li ber xwe didin û got: "Li 5 nuqteyan êrîş kirin. Li hember vê jî gel li her cihê ku artêşa Iraqê lê ye, xwe bi cih kiriye û li ber wan sekiniye. Berxwedanek bê hempa ya gel heye. Ciwan û dayik li ber xwe didin." 

'EM LI BER XWE DIDIN, DIVÊ PIŞTA ME BÊ GIRTIN'

Posat bang kir û wiha domand: "Em bang li hemû cîhanê dikin, em li ber xwe didin. Lê divê piştevaniya me bê kirin. Taybet xelkê me yê Başûr û dîsa ciwan û Netweyên Yekbûyî û gelê me yê Ewropa divê palpişt be. Heta piştevaniyek xurt nebe, dewleta Iraqê nasekine.” 

'EM ŞER NAXWAZIN'

Jina ciwan Jiyan Posat diyar kir ku ew ne aligirên şer in. Naxwazin şer rû bide. Kesek ji aliyek bê kuştin, ji xwe du birîndarên me hene. 

Posat wiha domand: "Em naxwazin derdorî me bê têlkirin. Dewleta Iraqê îdîa dike ku gel dixwaze. Va gel li vir e, naxwaze. Em bi rêbazên cuda yên xwe bidin famkirin ku em naxwazin, lê pêwîst bike em ê bi şer jî bidin famkirin.

'EM Ê XWE BIPARÊZIN'

Ev 30 sal in em bi xwe parastina xwe dikin. Piştî 30 salan çi hatiye guherîn ku niha dibêjin em ê derdora we têl bikin? Dibêjin em ê parastina we bikin. Em naxwazin ew parastina me bike. Eger ku dixwazin me biparêzin bila pêşiya êrîşên hewayî bigre. Bi çi mafî tê diyar dike ku derdora me têl bike? Bi salan e êrîş li ser me tê kirin. Bi ti rengî em danîna têlan qebûl nakin. Mafê me yê xwe parastinê heye. Em ê xwe biparêzin."