Kesên ku 14’ê Gulanê deng nedan divê di tûra duyemîn de teqez deng bidin

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku kesên di hilbijartinên 14'ê Gulanê de deng nedane, divê teqez di tûra duyemîn a 28'ê Gulanê de ji bo paşeroja xwe deng bidin.

Li Wanê Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rêxistinên navçe û bajarê Wanê, dest bi xebatên hilbijartina 28’ê Gulanê ya serokkomariyê kirin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Veysî Dîlekçî û Hevserokê DBP'ê yê Wanê Harûn Okay ji bo hilbijartinên tûra duyemîn a Serokkomariyê ya 28'ê Gulanê bang li welatiyan kirin ku dengê xwe bidin û sindoqan biparêzin.

'GIRÎNGIYA HILBIJARTINÊ DIDOME'

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê bajarê Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku, wan tûra yekemîn a hilbijartinê li pey xwe hiştin, lê girîngiya vê hilbijartinê hê jî didome. Dîlekçî got ku tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê di 28’ê Gulanê de ye û bang li hemû gelan kir ku dengê xwe bidin. Dîlekçî got, “Em çima di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan? Beriya her tiştî hilbijartina 28’ê Gulanê ji bo em dawî li bêhiqûqiya li vî welatî, li dijî polîtîkaya tecrîd û şer, li dijî qetlîamên jinan û ji bo paşeroja ciwanan li dijî xizanî, gendelî polîtîkayên qeyûman û polîtîkayên antidemokratik bibin yek dengî, girîng e. Bi taybetî jî divê faşîzma AKP-MHP’ê bi sazîbûna xwe bi paş ve bê birin, têk birin û ji bo paşerojeke azad bi hev re xwedî li siberoja xwe derkevin. Ev hilbijartin ji bo wê pir girîng e. Em ji vê hilbijartinê re dibêjin hilbijartina sedsalê. Çima hilbijartina sedsalê? Em di pêvajoyeke ku hemû maf û azadiyên mirovî û demokratîk di bin lingan de hatine binpêkirin re derbas bûn û derbas dibin. Ji bo vê jî divê em biçin ser sindoqan û li hemberî van hemûyan rawestin. Di vê wateyê de ev hilbijartin hilbijartina me ye, hilbijartina paşeroja me ya sedsalê ye. Em di wê baweriyê de ne ku hemû gelê me wê biçe ser sindoqan.”

'YÊN NEÇÛN SER SINDOQAN DIVÊ TEQEZ DI 28'Ê GULANÊ DE BIÇIN SER SINDOQAN'

Dîlekçî diyar kir ku, divê bê sedem di 28’ê Gulanê de tevahî gelê me bi mantiq, têgihiştin û hişmendiya xwedî li paşeroja xwe derketin teqez biçin ser sindoqan û wiha berdewam kir, “Divê kes bêzar nebe û bêyî ku bikevin gumanan di 28’ê Gulanê de teqez biçin ser sindoqan. Banga min bi taybetî ji bo ciwanan e; Divê hûn biçin ser sindoqan, ev hilbijartin hilbijartina we ye. Hilbijartina 28’ê Gulanê ji bo ku hûn li paşeroja xwe xwedî derkevin û paşeroja xwe diyar bikin pir girîng e. Ji ber ku li vî welatî berdêlên herî mezin ciwan didin. Ji bo dawî li polîtîkayên şer bê, divê ciwan di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin. Ji bo jin û ciwanan jî çûna ser sindoqan gelekî girîng e. Li welat her roj qetlîamên jinan pêk tên. Komkujiyên li ser jinan tenê siyasî ne. Ji bo dawî li vê feraseta ku jinan ji hemû mafên wan bêpar dike, biçin ser sindoqan û xwedî li Peymana Stenbolê derkevin. Banga me ya taybet ji gelê me yê li Ewropayê re; Ji kerema xwe re,  divê hûn li hember tiştên ku li vî welatî diqewimin bêdeng nemînin. Yên li van welatan dijîn, divê hûn ji bo gelê xwe biçin ser sindoqan. Serketina vê hilbijartinê wê gelê me be.”

'EM Ê DI 28'Ê GULANÊ DE TEQEZ BI SER BIKEVIN'

Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Wanê Harûn Okay jî diyar kir ku, gel di 14'ê Gulanê de ji bo ji pergala mêtinger a heyî rizgar bibe hemû tişt kir. Okay anî ziman ku, hikûmet bi rêbazên cuda hewl dide di vê hilbijartinê de bi ser bikeve û got, “Li tevahiya Tirkiyeyê hîleyên mezin li ser sindoqan hatin kirin. Tabloya ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de derket holê, daxwaza gel a têkçûna desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Li ser vî esasî hem li herêma me hem jî li Tirkiyeyê bertekek mezin derket. Ji ber vê yekê hilbijartin taloqî 28’ê Gulanê hat kirin. Ev encam xaleke girîng û cidî ye. Di encamê de gel demokrasî xwest û xwest wan ji holê rabike. Di 28’ê Gulanê de tiştekî pir girîng heye. Serkeftina gel a 14’ê Gulanê wê di 28’ê Gulanê de tacîdar bibe û xwedî li sindoqan derkeve. Em xwedî moralek mezin in û me serkeftin esas girtiye. Bila gumanê kes nebe, teqez em ê bi ser bikevin. Armanca me ew e ku em di 28’ê Gulanê de vê hikûmetê biguherînin û sîstemeke ku gel tê de bên temsîlkirin ava bikin. Ji ber ku gelê me baş dizane hilbijartina 28'ê Gulanê tê çi wateyê, wê biçe ser sindoqan. Ji ber vê yekê em ê derkevin qadan û xebatên hilbijartinê bikin. Em ji vir bang li hemû gelê xwe dikin; Di 28’ê Gulanê de hem li dengên xwe hem jî li sindoqên xwe xwedî derkevin. Bi taybetî jî divê gelê me yê li derveyî welat teqez dengê xwe bide û yên ku deng nadin razî bikin.”