Yuksel Genç: Gelê Kurd li benda gaveke şênber e
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç anî ziman ku li gorî lêkolînên wan ên li qadê gel bi giranî li benda gaveke şênber e û têkildarî pêvajoyê xwedî sê meylan e.
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç anî ziman ku li gorî lêkolînên wan ên li qadê gel bi giranî li benda gaveke şênber e û têkildarî pêvajoyê xwedî sê meylan e.
Koordînatora Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç ku ji destpêka pêvajoyê ve meyla gel a li qadê dişopîne, anî ziman ku li gorî daneyên bi dest xistine, destpêkê bi gel re fikar heye.
Yuksel Genç got, "Deklerasyona 27'ê Sibatê yek ji wan kêliyan bû ku fikarên gengaz ên li ser pêvajoyê xwe nîşan dan. Di vir de mesele tevlîbûna li naveroka deklarasyona Birêz Ocalan an jî bêbaweriya ji pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk nîne. Weke tecrûbeyek ji pêvajoyên heta niha rû dan, bêbaweriya ji dewletê bû ku di vê mijarê de timî dek û dolaban digerîne.
Wekî din di nava demeke têkoşînê ya ji 41 salan de gel ji texmînan bêhtir PKK weke rêxistineke ku wê diparêze, ewle dike, maf û hiqûqa gel diparêze dibîne. Lewma banga ji bo fesixkirin û bêçekkirinê mirov xist nava valahî û xemgîniyekê. Bi esasî têkildarî bêçekbûna PKK'ê û pêvajoya xwe fesixkirinê ya PKK'ê, hesta destpêkê ya bi mirovan re bi vî rengî bû: 'Di berdêla çi de, çima, em ê çawa jê bawer bikin?'
Lê belê piştî 27'ê Sibatê di encama wê yekê de ku naveroka deklarasyona Birêz Ocalan ji gel re hate vegotin, gel hate agahdarkirin û di mijara guhertina rêbaza têkoşînê ya stratejîk de gel hate îqnakirin de, 12'ê Gulanê dema biryarên kongreyê hatin eşkerekirin, qad bi giranî li benda vê biryarê bû."
'SÊ MEYL DERKETIN HOLÊ'
Yuksel Genç ragihand ku ji bo lêkolîneke nû ew li qadê ne û anî ziman ku di nava gel de sê meyl derketine holê. Bi dewamî got, "Em ji xwe hîn jî li qadê ne. Dema ku em pêvajoya piştî kongreyê dişopînin, em bi sê hestan re rû bi rû dimînin. Koma destpêkê dibêje, 'Ocalan û dewlet ji xwe di çarçoveyeke diayr de li hev kirine, ew pêvajoyê dimeşînin, her tişt li ser rêya xwe ye'. Koma sêyemîn dibêje, 'Em li bendê bimînin, bibînin bê wê bi ku ve biçe, çi dixwazin bikin'. Komeke din jî bi ti awayî ji pêvajoyê bawer nake û dibêje, 'Wê me bixapîne, rîsk heye ku dawiya dawî têkoşîna me belasebep biçe'. Fikareke xwe ya bi fî rengî ye. Lê belê ji bo her sê beşan hîn jî pêvajo ji bo berpirsyariya avakirina civaka demokratîk bide ser milê wan, bi têrkerî nehatiye destnîşankirin. Yanî berpirsyariya civakî veneguheriye pêvajoyeke çareseriyê, aştiyeke mayinde û rewşeke reel a pêvajoyê, civak hîn li cihekî tevlîbûnê bi cih nebûye. Hest û meyla civakê bi giranî bi vî rengî ye. Yek dibêje, 'Em dikarin çi bikin'. Beşeke girîng dibêje, 'Em bişopînin, bibînin, binihêrin bê wê çi bibe'. Lê belê bêbaweriya ji dewletê hîn jî gelekî zêde ye."
'JI GOTINAN BÊHTIR BALA GEL LI SER KAR E'
Yuksel Genç li ser bendewariya gel a ji dewletê jî anî ziman ku bi taybetî zimanê dewletê dibe cihê fikaran û got, "Ya rast, ji destpêka pêvajoyê û vir ve gotinên alîgirên desthilatdariyê û nûnerên wê desthilatdariyê dibin cihê fikaran. Ji ber ku gotinên têne bikaranîn ji berpirsyariya pêvajoyê wêdetir, weke ku tiştekî bi soza hatiye dayin ve girêdayî ye."
Yuksel Genç diyar kir ku ji meha Cotmehê dema destpêkirina pêvajoyê û vir ve du gavên gelekî girîng hatin avêtin û got, "Ya yekemîn bang û deklarasyona Birêz Ocalan, ya din jî kongreya PKK'ê û encamên wê bûn. Ev gav gelekî wêrek, radîkal û stratejîk bûn, lê belê dewletê li gorî van gavan ti gaveke şênber a ku bi berpirsyarî rabe, neavêtiye ku ev yek fikarên civakê zêde dike, bendewariyê jî kêm dike. Gelê Kurd li benda gaveke şênber e. Ji xwe gel guh nade gotinan. Bala xwe ne li ser wê yekê ye ku desthilatdariya AKP'ê gotinên xweş li ser aştî, xwişk û biratiyê bibêje; di nava pêvajoyê de heta niha ev jî nedît. Zimanekî xwişk û biratiyê yê wekhev het aniha nebihîst, lê bala xwe ne li ser wê ye. Civakeke welê ye ku ne li gotinê, lê dixwaze li kar binihêre. Ji ber ku pêvajoyên ji sala 1993'an û vir ve bi taybetî encamên şikestina pêvajoya 2013-2015'an nîşan da ku mirov ji gotinê bêhtir li encamên pratîkî dinihêre, dixwaze bi qasî PKK'ê dewlet jî veguherîneke radîkal bike û ji bo avakirina Tirkiyeyeke bi vî rengî gavên cidî biavêje."