Mafê Mirovan ya Iraqê: Nabe ku plan li ser daxwazên Tirkiyeyê bê kirin

Sekreterê Navenda Mafê Mirovan ya Iraqê Elî Ebadî bal kişand ser hewldana artêşa Iraqê ya têlkirin û danîna kuleyan a li Mexmûrê got: “Nabe ku penaber bên bêdengkirin û tişta tê kirin li dijî pîvanên mafê mirovan e.”

Artêşa Iraqê 20’ê Gulanê bi gelek wesayîtên zirxî û leşkerî xwest bikeve Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û têl û kule danin.

Li ser vê yekê xelkê Mexmûrê ji 7 salî heta 70’ê salî 4 roj bûn kon danibûn û di nobedê de bûn.

Duh piştî civîna bi rayedarên leşkerî yên Iraqê re heta astekê lihevkirin çêbûye û rêya diyalogê bi rayedarên Iraqê re vebû.

Îro jî çav li rê ye ku hevdîtinek bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rayedarên leşkerî yên Iraqê re pêk were û encama dawî eşkere bibe.

Derbarê hewldanên Artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirina wargeha Mexmûrê, Sekreterê Navenda Mafê Mirovan ya Iraqê Elî Ebadî ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Elî Ebadî got; “Em li ser bicihkirina planên sîstema siyasî ya Tirkiyeyê ya di navxweyiya welat û bi taybet li ser Mexmûrê hişyariyê didin. Ji ber bêdengiya Hikumeta Iraqê dewleta Tirk Nînovayê bombebaran dike û xelkê sivîl dike hedef.”

Elî Ebadî destnîşan kir ku bêdengkirina penaberên Wargeha Mexmûrê berevajî pîvanên mafê mirovan e û nayê qebûlkirin. Ebadî ji bo pirsgirêkê banga çareseriyê kir û got; “Nabe ku planek li ser daxwaza Tirkiyeyê were bicihkirin.”