Berxwedana Mexmûrê Iraq anî ser maseya muzakereyê

Berxwedana Xelkê Mexmûrê ku 3’ê roj bûn li dijî hewldana leşkerên Iraqê ya ji bo danîna têl û xendekan bi serket û deriyê maseya muzakereyê vekir.

Ev 3’ê roj bûn xelkê Mexmûrê li nobedê de ji bo hewldana artêşa Iraqê ya ji bo danîna têl û kuleyan li dorî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) dewam dikir.

Di saetên êvarî de piştî civîna şandeya ji xelkê Mexmûrê ya li gel şandeya leşkerî encam ji gel re hate ragihandin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Filîz Bûdak encam ragihand û ev got: “Gelê me yê hêja û berxwedêr, navê gelê Kurd berxwedane û di nava wê de jî xelkê Mexmûrê heye. Hevalno ev sê roj in em li vir li ber xwe didin, encama hevdîtinên çêdibin, bê  guman em nabêjin her tişt qediya. Hêza gel a vê êvarê herikî ber bi navçeya Mexmûrê ve, hikûmet anî ser maseya diyalogê.

Roja yekem diyar kirin ku tu awayî wê diyalogê nekin, gotibûn şertê xwe bêjin û piştre biçin. Hêza gel û civakê ya sê roj in li ber xwe dide kir ku îro werin ser masê rûnin. Hemû hewldan kirin ku encama dixwestin pêk bînin, nekarîn; hatin ser mase rûniştin. Di encam de, wê kolandina xendekan bidin sekinandin, me daxwazên xwe ji wan re gotin, bi tu awayî em danîna kule, têl û xendekan qebûl nakin.  Hinek ji daxwazên em ji aliyê wan ve hatine qebûlkirin, niha biryara kolandina xendekan di rojevê de ye. Ji bo em vê bidin sekinandin û daxwazên xwe yên din bidin pêkanîn, wê sibe daxwazên me ji Bexda re were ragihandin, em ê hevdîtinek din pêk bînin. Encamên dawî wê sibe diyar bibin.

Em vê baş dizanin yên hikûmet anî vê astê hêza gel bû. Divê tu carî nebêjin hêza hikûmet û dewletê ji ya gel mezintire. Belkî xwedî tank û top be, ya wê bide sekinandin jî vîna gel e,  rêxistinbûna gel e.

Wê nobedê me berdewam bike. Ew jî wê li xendekan bisekinînin. Heta sibe hevdîtina herî dawî tê kirin. Em di wê baweriyê de ne em ê wan sibe jî bidin sekinandin. Ji bo wê dibêjin ‘Bijî gelê rêxistinkirî, bijî gelê xwe bi raman û felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve afirandî.”