Artêşa Iraqê li dora wargeha Mexmûrê hewl dide xendekan bikolin

Tevgera leşkerî û wesayîtên zirxî ya artêşa Iraqê ya li derdora Kampa Penaberan a Mexmûrê zêdetir bû. Li derdora wargehê kepçe hewl didin xendekan bikolin.

Artêşa Iraqê 20’ê Gulanê destê sibehê bi rêjeyek zêde ya wesayîtên zirxî û leşkerî xwest bikeve Wargeha Penaberan a Mexmûrê û bi têl û danîna kuleyan dor li kampê bigire.

Li ser vê, şêniyên herêmê herikîn pêşiya wan û pêşî li vê hewldanê hate girtin. Ev sê roj in xelkê kampê kon danîne û di nobedê de ne.

Di saetên êvarî re tevgera leşkerî ya artêşê li herêmê zêde bû. 

Li gorî agahiyên hatin girtin, rêya ji aliyê bajarokê Baqirtê ve tê naçeya Mexmûr bi temamî li hatin û çûnê hatiye girtin. Hêzek zêde li herêmê kom bûye.

Dîsa li aliyê çar dorê wargehê kepçeyên zirxî kar dikin. Nayê zanîn çeper çêdikin an jî hewl didin xendekan bikolin.