HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di şexsê hevrê Dilşêr û Bawer de şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdan bi rêz û minetdarî bi bîr tînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Artêşa Tirk a dagirker li gel biryara tevgera me ya bêçalakîtiyê ku ji ber erdheja 6'ê Sibatê wergirt, êrîşên ji bo tunekirinê yên li ser hêzên me bênavber dewam kir û hîn jî dewam dike. Li herêma Bestayê di 15 û 16'ê Gulanê de ji bo tunekirina hêzên me, artêşa Tirk a dagirker êrîş kir. Hêzên me yên li dagirkeran rast hatin, neçar man şer bikin. Li hemberî êrîşên artêşa Tirk ku bi gelek leşker, kontrayên xayin, teknîka şer, helîkopterên êrîşê û balafirên şer kir, hevrêyên me yên li Bestayê 2 rojan berxwedaneke gelekî mezin kirin. Hevrêyên me di bin fermandariya hevrê Dilşêr de ev operasyon têk birin, di şer de bi ruhekî mezin ê fedaî li hêza dijmin xistin. Dijmin li xwe mikur hat ku di vî şerî de 5 leşker û kontrayek hatine kuştin, lê hejmara kuştiyên dijmin zêdetire. Lê belê ji bo têkçûna xwe ya li hemberî gerîlayên Bakur kifş nebe, kuştiyên xwe eşkere nekiriye. Di vî şerî de hevrêyên me Dilşêr Çiyareş û Bawer Med bi rengekî fedaî û bêtirs bersiv dan dijmin, di şer de bi lehengî şehîd bûn.

Hevrêyên me Dilşêr Çiyareş û Bawer Med ku di meha Şehîdan meha Gulanê de gihîştin asta şehadetê, weke xeleke şehadetê ya girîng derbasî dîroka me ya têkoşînê bû. Hevrêyên me Dilşêr û Bawer ku li Botanê hewl dan bi rengê derwêşane wezîfeyên xwe yên Apoyî bi cih bînin, bûn heqîqeta herî mezin ku şopdarên bêeman ên xeta şehîdan a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ne. Di şexsê hevrêyên me Dilşêr û Bawer de em Şehîdên Gulanê û hemû şehîdên me bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, sozê didin ku têkoşîna ji bo bîranîna wan bêteredût dewam bikin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd di şexsê eşîrên Mamxurî û Dirî de em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne, bi vî rengî ne:

Nasnav: Dilşêr Çiyareş
Nav paşnav: Mehmet Şakîr Alici
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sosin-Bekîr
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Gulana 2023 / Besta

Nasnav: Bawer Med
Nav paşnav: Dîcle Yemen
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Fatma-Naîf
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Gulana 2023 / Besta

DILŞÊR ÇIYAREŞ

Hevrêyê me Dilşêr Çiyareş li Wanê ji dayik bû. Ji eşîra Mamxurî, li nava malbateke welatparêz mezin bû ku bi xurtî xwedî li nasnameya xwe ya civakî derdiket û zarokên xwe jî bi vê têgihiştinê mezin dikir. Ji malbata hevrêyê me Dilşêr gelek tevlîbûn li nava têkoşîna azadiyê çêbû, xizmên wî yên nêz, di demên cuda de şehîd bûn. Xwişka hevrêyê me Dilşêr hevrêya me Silav Mamxurî jî di sala 2018'an de li navçeya Reco ya Efrînê şehîd bû. Hevrêyê me Dilşêr xwend, lîse qedand. Lê belê dît ku dibistanên dewleta Tirk zarokên Kurdan asîmîle dike, ji bilî qirkirina spî bi kêrî tiştekî nayê, lewma terikand. Metirsiya qirkirinê ya li ser gelê me, komkujî, êrîşên tunekirinê dît, bi vê têgihiştinê mezin bû û berpirsyariyên xwe yên di nava têkoşîna azadiyê ya gelê xwe fêhm kir, hewl da bibe bersiv. Dewleta Tirk a qirker mêtinger di sala 2007'an de hevrêyê me Dilşêr girt û xist zindanê. Jê hebû ku dest ji têkoşînê berdaye. Lê belê hevrêyê me Dilşêr di zindanê de rûyê zordar ê dewleta Tirk ji nêz ve dît, dijmin baştir fêhm kir û li dijî dewleta faşîst a ku di qirkirinê de sînoran nas nake, gihîşt biryardariya têkoşînê. Di sala 2008'an de piştî şehadeta ji fermandarên me yên mezin hevrê Kûrtay Faraşîn, ji bo hêjayî bîranîna wî bibe û çeka wî hilde, têkoşîna wî dewam bike, biryara xwe ya ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla da. Piştî salekê ji zindanê derket û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Dilşêr pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li Xakurkê pêk anî, piştre derbasî Avaşînê bû, heta sala 2010'an ji Kartal heta Mam Reşo, ji wir heta Mervanosê li gelek qadan pratîk kir. Hevrêyê me Dilşêr bû gerîlayekî bi tecrûbe yê Zagrosan, ji bo karibe di taktîkên gerîla de bibe ispor di sala 2010'an beşdarî perwerdeya akademiya leşkerî bû û di branşa sabotajê de bû pispor. Tecrûbeya gerîla û asta taktîkî ya gerîla di kesayetiya xwe de gihand hev, gihîşt asta pisporiyê û xwest bersivê bide pêwîstiyên têkoşîna me. Hevrêyê me Dilşêr bi vê armancê tevgeriya, piştî perwerdeyê li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê kar kir, di sala 2012'an de ku pêngava me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî gihîşt asteke girîng derbasî Qada Botanê bû. Bi baweriyeke mezin, daxwaz, biryardarî û îdîaya serketinê ber bi Botanê ve meşiya, ji sala 2012'an heta 2016'an li qadên Kela Memê û Bestayê pratîk kir. Hevrêyê me Dilşêr gihîşt wê astê ku di nava her şert û mercên qadê gerîlatiyê bike, li Botanê bû fermandar û wezîfeyên girîng bi cih anî. Hevrêyê me bi karaktera xwe ya gelparêz, hevrêtiya xwe ya ji dil, bi kesayetiya xwe ya timî bi moral li nava hevrêyên xwe û xelkê Botanê ku ewladê wê bû, bû cihê baweriyeke mezin. Bû fermandarek ku gelê me yê li herêmê koçerî dikir jê hez dikir, hurmet nîşan dida û bi baldarî pêşwazî dikir. Dema pêwîstî pê hebû dibû kûrye, tevlî karên gel dibû, karên binesazî û bicihbûnê dimeşand, bi wêrekiyeke mezin tevlî gelek çalakiyan dibû û pêşengî dikir. Di sala 2015'an de di Operasyona Şoreşgerî ya Elkê de li Çemanê di serdegirtina li baregeha dijmind e weke fermandarê baskê yê êrîşê tevlî bû, bi wêrekiyeke mezin bi ser hêz dijmin a li ser gir ve meşiya, hêza dijmin a li ser gir eciqand. Leşkerên Tirk ên dagirker ên li ser gir tirsiya û reviya, xwe li pişt cerdevanên xayin ên li herêmê veşartin. Hevrêyê me Dilşêr jî tevî hevalên pê re çek ji ser dijmin rakirin û çalakî bi rengekî serketî pêk anîn.

Li ser bingeha pêwîstiyên têkoşîna me, di sala 2016'an de derbasî eyaleta Wanê bû, li warê ku lê ji dayik bû, êdî fermandarek bû. Weke fermandarekî pêşeng li eyaleta Wanê tevlî kar bû, li gelek qadan berpirsyariyên xwe bi serketî bi cih anî. Ji sala 2012'an heta 2019'an bênavber li Botanê kar kir, êrîşên giran ên dijmin bi rengekî serketî têk bir. Hevrêyê me Dilşêr weke ewladekî leheng ê xelkê me ku ji nava eşîra Mamxurî rabû, di kesayetiya xwe de îradeya milîtaniya Apoyî pêk anî, bû xwedî hunereke mirovî ya bilind, li warê lê ji dayik bû, bi serbilindî fermandarî di nava şert û mercên herî giran de kir.

Hevrêyê me Dilşêr sala 2019'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li Akademiya Mahsûm Korkmaz di asta berpirsyariyariyê de tevlî pêvajoya perwerdeyê bû. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz gerîlaya xwe ya 12 salan û 8 salên pratîka li Bakurê Kurdistanê nirxand, rêbaza xwe ya fermandariyê lêpirsîn kir, bi îdîaya ku xwe bigihîne fermandariya serketinê kûr bû, hewl da ku taktîkên dema nû yên gerîla fêhm bike û bipejirîne. Hevrêyê me Dilşêr di perwerdeyê de gihîşt asteke xurt a kûrbûnê û biryardariyê, piştî ku demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ba, sala 2021'ê careke din derbasî Botanê bû. Li nava refêng erîla ji şervaniyê heta bi fermandariya tîm, ji fermandariya herêmê heta bi endametiya fermandariya eyaletê gelek wezîfe hewl da bêkêmasî bi cih bîne. Di pratîka du salên dawî de li Botanê bi sedan êrîş û operasyonên dijmin têk bir.

Artêşa Tirk a dagirker li gel biryara tevgera me ya bêçalakîtiyê ku ji ber erdheja 6'ê Sibatê wergirt, êrîşên ji bo tunekirinê yên li ser hêzên me bênavber dewam kir û hîn jî dewam dike. Li herêma Bestayê di 15 û 16'ê Gulanê de ji bo tunekirina hêzên me, artêşa Tirk a dagirker êrîş kir. Hêzên me yên li dagirkeran rast hatin, neçar man şer bikin. Li hemberî êrîşên artêşa Tirk ku bi gelek leşker, kontrayên xayin, teknîka şer, helîkopterên êrîşê û balafirên şer kir, hevrêyên me yên li Bestayê 2 rojan berxwedaneke gelekî mezin kirin. Hevrêyên me di bin fermandariya hevrê Dilşêr de ev operasyon têk birin, di şer de bi ruhekî mezin ê fedaî li hêza dijmin xistin. Dijmin li xwe mikur hat ku di vî şerî de 5 leşker û kontrayek hatine kuştin, lê hejmara kuştiyên dijmin zêdetire. Lê belê ji bo têkçûna xwe ya li hemberî gerîlayên Bakur kifş nebe, kuştiyên xwe eşkere nekiriye. Hevrêyê me Dilşêr mîna navê xwe bêtirs, bi wêrekî û leheng di şerê dawî de jî weke fermandarekî Kurdistanê derba herî giran li dijmin xist. Hevrêyê me Dilşêr bêtirs û bi fedaîtî bi ser dijmin ve meşiya, di şer de bi lehengî şehîd bû. Fermandar hevrêyê me Dilşêr bi tevlîbûn, kesayetiya xwe ya têkoşer, bi sekna xwe ya leheng a li nava refên gerîla ji bo eşîra Mamxurî, xelkê Botanê û tevahiya ciwanên Kurdistanê mînakeke mezin e. Hevrêyê me Dilşêr ji bo me hevrêyên wî, xwedî wateyeke mezin e. Em ê xwedî li bîranîna wî derkevin, hunera wî ya Apoyî ya bilind timî ji xwe re bikin mînak û armancên ku wî di oxira wê de bi eşqeke mezin şer dikir, teqez bi ser bixînin.

BAWER MED

Gever yek ji qadên sereke ye ku pîvanên welatparêziyê yên Kurdistanê diyar dike. Bi vê taybetmendiya xwe bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir. Gelek fermandarên pêşeng gihand, bi vî rengî kir ku têkoşîna me ya gerîla gav bi gav bigihêje serketinê. Xelkê me yê Geverê bi israra xwe ya di sekna welatparêziyê de bersiva pêwîst da hemû zext û komkujiyan. Hevrêyê me Bawer jî ku ji nava gelekî bi vî rengî yê welatparêz rabû, bi vê berxwedana gelê me re dilsoz ma. Ji nava xizm û derdora xwe ya nêz gelek tevlîbûn li anva refên gerîla çêbû, gelek jî şehîd bûn. her wiha ji ber ku qada lê dima bi rengekî çalak di nava têkoşînê de bû, hevrêyê me Bawer şens dît ku têkoşîna me ya azadiyê û gerîla hîn di zarokatiyê de nas bike. Di dema ciwantiya wî de hem ji ber zêdebûna êrîşên dijmin, hem jî taybetmendiya jiyana kapîtalîst a heyî ku mirovan ji nirxên xwe dûr dixîne, bûn sedem ku hevrêyê me Bawer bikeve nava kûrbûnê. Di encama vê kûrbûnê de jî kete nava lêgerîna li jiyaneke nû. Ev jiyana nû jî bi Rêberê me re dît, her ku felsefeya jiyanê ya Rêberê me xwend û fêhm kir, hîn bêhtir pê ve hate girêdan. Bi taybetî tespîta Rêberê me ku diyar dike; mirov bi civakê bi wate ye, bandor li ser hevrêyê me Bawer kir, lewma jî berê xwe hîn bêhtir da civakê û pirsgirêkên gelê me hîn bêhtir fêhm kir. Ji ber zêdebûna êrîşên qirkirinê yên dijmin, êrîşên yekser ên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava, ku bi ked û berdêlên giran hate afirandin, baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê tevlî nava refên têkoşînê bibe. Li ser vê bingehê guh da banga seferberiyê ya Rêberê me û sala 2014'an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrê Bawer ku li qada Avaşînê tevlî nava refên gerîla bû, yekemîn perwerdeya xwe li vir dît. Hevrêyê me Bawer ê ku bi perwerdeyên ku di hawîrdora xwezayî ya gerîla de û dûrî pergala kapîtalîst dît, xwe ji nû ve afirand û taybetmendiyên qirêj yên pergalê yek bi yek ser xwe avêt. Dema ku ji wan taybetmendiyên qirêj xwe rizgar kir û li cewhera xwe vegeriya, fêm kir ku azad bûye û cîhana xwe ya wate berfireh kiriye. Hevrêyê me ku bi lêhûrbûnên xwe, fîlozofên xwezayî yên serdema antîk tîne bîra mirov, diyar kiriye ku ew bi jiyana gerîla re di jiyanê de çi zindî û nezindî her tişt hîs dike. Her ku parêznameyên Rêbertiya me dixwend û xwe kûr dikir, zêdetir keseyata xwe lêpirsîn dikir. Weke milîtanekî Apoyî ketiye ferqa bendewariyên gelê me û hevrêyên xwe, ji bo bersivdayîna van hêviyan û rakirina barê giran ê pêvajoya şerê dijwar, hewl û kedeke mezin da. Hevrêyê me ku ji destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê ve fêm kir ku, heta ji têkoşînê re tevlîbûnek fedaî pêk neyîne nikare ser bikeve û li ser vê bingehê li gorî pêdiviyên rêxistinê tevgeriyaye û tevlîbûnek wisa esas girtiye. Ji bo vê jî hemû zanîn û keda xwe xistiye xizmeta partiya me PKK’ê. Bi hişmendiya ku tenê bi vî rengî mirov dikare layiqî rastiya Rêbertî û şehîdan bibe, bûye xwedî tevlîbûneke bênavber. Dema ku ew hêj gerîlayek du mehî bû, kesayeta wî ya hûrik, bi disîplîn û hestiyar û bi hezkirina xwe ya li hember hevrêyên xwe bal dikişand. Ji ber vê yekê ji bo perwerdehiya tenduristiyê ya ku ji bo şerê me yê gerîla gelekî jiyanî ye, hatiye pêşniyarkirin û li ser vê bingehê beşdarî perwerdeya tenduristiyê bûye. Di van perwerdeyan de agahiyên ku bi salan dikarin hîn bibin di demeke herî kin de hîn bû û ji bo xebatên tenduristiyê li Avaşînê hate erkdarkirin. Bi qasî salekê li vir di xebatên tenduristiyê de ma. Di vê pêvajoyê de hem ji aliyê pîşeyî û hem jî di aliyê bîrdozî de xwe pêş xist. Ji ber vê yekê êdî ji bo hevrêyên xwe, bûye Doktor Bawer. Di vê demê de birînên gelek hevrêyên xwe derman kir û nexweşiya wî sax kir. Piştre li ser pêşniyara xwe derbasî herêma Geverê ya ku lê ji dayik bûye û lê mezin bûye, dibe. Li vir piştî ku bi qasî salekê pratîkeke serkeftî nîşan da, ji bo derbasî Botanê bibe pêşniyar kir.

Hevrêyê me Bawer ê di sala 2017’an de dema ku êrîşên dagirkeriyê û berxwedana li dijî êrîşan di asta herî jor de bû, derbasî herêma Botanê bû û li vir jî bû xwedî tevlîbûneke aktîf. Tu zehmetî ji bo xwe weke astengî nedîtiye û li kur hewce kiriye li wir tevlîbûye. Bi derfetên kêm ên di destê xwe de birînên hevrêyên xwe yên di şer de birîndar bibûn derman kir û ji nebûnê hebûn ava kir. Dîsa li Botanê ji bo bersivê bide pêdiviyên hemû hevrêyên xwe yên li qadê û mudaxaleyên demî bike, ji bo rêxistinkirina pergaleke tenduristiyê ya bi bandor bû xwedî ked û têkoşîneke mezin. Hevrêyê me yê ku ji destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê ve weke milîtanekî kamil bi ser ket, li qada Botanê jî vê helwestê domand. Ew xwe tenê bi xebatên tenduristiyê sînordar nekir. Bi xwestek û dilsoziyeke mezin beşdarî her karê ku hewce bûye, bûye. Li ser vê bingehê di pêvajoyên ku herî zêde êrîşên dijmin lê zêde bûn de beşdarî xebatên binesaziyê bû. Di van xebatên ku bi rîskên mezin dihatin meşandin de, bal kişand ser serkeftinê, ji pirsgirêkan re çareyên afirîner dît û dizanibû ku dorpêç û êrîşên dijmin pûç bike.

Hevrêyê me yê ku ji dil bi projeya ji nû ve avakirina gerîla bawer dike, ji bo ku ev proje di zûtirîn dem de li qada Botanê bikeve pratîkê, kedek mezin daye. Hem ji aliyê pratîkî û hem jî bi pêşniyarên ku pêşxistibûn, ji bo serxistina projeya ji nû ve avakirinê de ked û hewldaneke wî ya mezin hebû. Ji bo li tevahiya herêma Botanê û bi taybet li herêma Besta li dijî dijmin çalakiyên bi bandor lidar bixe, ketiye nava lêhûrbûnên kûr û erka pêşengiyê pêk aniye. Bi tevlîbûna li gelek çalakiyan re ev lêhûrbûn pratîk kir û yekîtiya gotin û pratîkê ku yek ji taybetmendiyên herî girîng ên milîtaniya Apoyî ye, bi awayekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me Bawer ê ku bi ezmûna ku di qada Botanê de bi dest xistibû û bi qasî 7 salan li ber xwe da bû fermandarekî pêşeng, her kêliya têkoşîna xwe ji bo dilsoziya bi bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û têkoşînê derbas kir. Pêkanîna xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd ji xwe re kir armanca sereke û têkoşîna xwe ya ji bo vê yekê roj bi roj mezin kir. Ji bo vê jî li firsendekê digeriya ku her kêlî derbên giran li dijmin bixe. Hevrêyê me Bawer ê ku operasyona dijmin a 15-16’ê Gulanê li herêma Bestayê weke firsendeke mezin dît, bi hevrêyên xwe re derbeke giran li milê operasyonê xist û hema hema dijmin felc kir. Bi van derbeyên li dijmin xistin, karîbûn tola hemû şehîdên me bi taybetî hevrêyên xwe yên herî dawî li herêma Botanê şehîd bibûn, hilînin. Hevrêyê me Bawer ku heta nefesa xwe ya dawî bi şêwazeke fedaî bi têkoşînê gihişt şehadetê, wê bi şehadeta xwe û bi têkoşîna xwe ya bênavber pêşengiyê ji me hevrêyan re bike."