Dayikên Mexmûrî bi armanca çareseriyê serdana rayedarên leşkerî kirin

Piştî liv û tevgera zêde û kolandina xendekan dayikên Mexmûrê ku sê roj in di çalakiya nobedê de ne, bi şandeyekê berê xwe dan nik rayedarên Iraqî yên li herêmê.

Dayikên Mexmûrî yên ev sê roj in, di nobedê de ne piştî tevgera zêde ya leşkerî û kolandina xendekan weke şandeyek berê xwe dan nuqteya leşkerî ya artêşa Iraqê lê bicih bûne. 

Li gorî agahiyên hatin girtin dayikên Mexmûrê bi armanca diyalogê û çareserkirina vê hewldanê çûne gel rayedarên leşkerî yên Iraqî yên li herêmê.

Li aliyê din girseya gel li derdorî wargehê nobeda xwe didomînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye 20’ê Gulanê artêşa Iraqê bi hêzeke zêde ya leşkerî û wesayîtên zirxî hewl dabûn bikevin nava kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê, xwestibûn têl bikin û kuleyan danin.