Meclîsa Erebên Şengalê bang li hikumetê kir: Serweriya xaka xwe biparêze

Meclîsa Erebên Şengalê bang li dewleta Iraqê kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk serweriya xaka xwe biparêze û destnîşan kir ku îradeya wan ji her cûre êrîşan bi hêztir e.

Meclîsa Erebên gundwarên Şengalê li ser êrîşa dewleta Tirk a li gundê Xelef ê herêma Barê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Erebên Şengalê Ebû Seqir ve hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Meclîsa Erebên Gundewarên Şengalê em êrîşa li ser Şengalê şermezar dikin. Em dewleta ıraqê jî şermezar dikin û ji wan re dibêjin ku serweriya axa xwe biparêzin. Hûn ne ji wan dewletan e kuher kes were axa we dagir bike."

Seqir ragihand ku cihê dewleta Tirk îro êrîş bir ser cihekî sivîl e û got, "Yek ji gundên Xanesorê ye. Weke ku her kes dibîne, di nava malbatan de êrîş hatiye kirin. Bi van êrîşan hewl didin pêşî li hatine koçberan bigirin. Ev karekî siyasî ye, destê gelek aliyên siyasî tê de heye. Ji ber ku dibînin koçber bi hemû hêza xwe vedigerin, bi vî rengî dikin. Ji bo koçber venegerin, êrîşan dikin."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Bi navê gelê Şengalê; bi hemû pêkhateyên xwe, çi Ereb, çi Kurd, çi jî Êzidî, em weke malbatekê li ser vê xakê dijîn. Me Iraqeke biçûk li ser axa Şengalê ava kirine. Em bi hêvî ne ku Iraq jî Şengalê ji xwe re bike mînak.

Bi navê gelê Ereb em bang li saziyên navneteweyî û cihên pêwendîdar dikin ku dengê xwe bikin, li ber êrîşan rabin. Her cara ku dewleta Tirk êrîşî Şengalê dike, kes dengê xwe nake."

Meclîsa Erebên Şengalê bi bîr xist ku 74 caran ferman li civaka Êzidî rabûye û got, "Em van êrîşan ji wan fermanan qut nabînin. Dewama fermanê ne. Em careke din ji dewleta Iraqê re dibêjin, ku ezmanê xwe li hemberî firokên dewleta Tirk bigire. Cihên ku hatine bombekirin cihên leşkerî nîne, cihê xwedîkirina pez e.

Bi navê Erebên Şengalê em careke din êrîşan şermrezar dikin û bang li dewleta Iraqê dikin ku serweriya ezmanê xwe bike û nekeve xefika siyasî."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku mala êrîş li ser hate kirin mala Qasim Milko yê Êzidî ye û hate gotin, "Em weke Erebên herêmê tê de bi cih bûn. Îro serê sibehê ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombekirin. Bila her kes zanibe ku ev peyamekê dide gelê me yê li kampan ku venegerin. Lê em li vir in dibêjin, îradeya me ji her cûre êrîşên wan bi hêztir e. Guh nedin gotinên kesî, vegerin cih û warê xwe."