Ji 7 heta 70 salî xelkê Mexmûrê nobedê digire
Xelkê Mexmûrê, li dijî hewldana artêşa Iraqê ku dixwaze wargehê bike kampeke komkirinê, ji 7 heta 70 salî nobedê digire.
Xelkê Mexmûrê, li dijî hewldana artêşa Iraqê ku dixwaze wargehê bike kampeke komkirinê, ji 7 heta 70 salî nobedê digire.
Artêşa Iraqê 2 roj in hewl dide ku têlan li dora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê birêsîne û wargehê bike kampeke komkirinê.
Berxwedana xelkê wargehê ya li dijî vê hewldanê dewam dike.
Jin, ciwan, zarok, extiyar xelkê wargehê bi temamî li ber vê zextê radibe û bi şev û roj nobedê digire.
Daxwaza şêniyên wargehê vekişîna artêşa dewleta Iraqê ye.