Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike

Xelkê Wargeha Mexmûrê berxwedana xwe didomîne. Şêniyan duh bi şev di konên berxwedanê de heya siharê govend gerandin.

Artêşa Iraqê ku ji bo têlkirina derdora wargeha şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ketibû nava hewldanan, duh bi şev bi berxwedana şêniyên Mexmûrê hêzên Iraqê anîbû ser maseya muzakereyê. Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet, bend û têlên ji bo dorpêçê, hewl dan derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.

Hêzên Iraqê di roja yekem de bi çekan êrîşî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û di encamê ciwanek bi guleyê birîndar bû. Xelkê Wargeha Mexmûrê dijî hewldana artêşa Iraqê berxwedanek bê hempa nîşan dide.

Berxwedana xelkê wargehê 4 roj in bê navber dewam dike. Duh piştî şandek ji wargehê bi rayedarên Iraqê re civiya, xelkê wargehê carek din heya siharê di konên berxwedanê de, di nobedê de bûn.

Welatiyan di konên berxwedanê de heya siharê govend gerandin û ragihandin ku ew ê dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin.

Berxwedana xelkê wargehê dewam dike, tê payîn îro jî şandek wargehê bi rayedarên Iraqê re bicivin û daxwazên xwe pêşkêşî wan bikin.