Artêşa Iraqê nehişt ku ciwanê birîndar vegere Mexmûrê

Artêşa Iraqê nehişt ku ciwanê di encama gulebarana hêzên Iraqê de li Mexmûrê birîndar bû, vegera wargeha Mexmûrê.

Roja 20’ê Gulanê xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî hewildanên dorpêçkirin û têlkirina wargehê li pêşiya hêzên Iraqê sekinîn û rê nedan hêzên Iraqê bikevin wargehê. Piştre di saetên êvarê de hêzên Iraqê carek din bi çekan êrîşî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin. Xelkê  wargehê jî bi keviran bersiva wan dabû. Di encama gulebarana hêzên Iraqê ya li ser xelkê Mexmûrê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bibû û ew ji bo dermankirinê rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê.

Îro dema ciwanê birîndar li gel malbata xwe ji nexweşxaneyê vegeriya wargehê, ji aliyê hêzên Iraqê ve zêdetirî saetek hat rawestandin. Lê piştî hin hewildanan rê hat dayîn ku ciwanê birîndar li gel malbata xwe vegere wargehê.