NÛ BÛ

Şandeya Mexmûrê bi nûnerên NY’ê û Iraqê hevdîtinê dikin-NÛ BÛ

Şandeyek ji nûnerên wargeha Mexmûrê, bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rayedarên Iraqê re hevdîtinê pêk tîne.

Hewldanên artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçkirina wargeha penaberan a Mexmûrê dewam dikin. Berxwedana xelkê wargehê jî di roja 4’an de ye.

Doh şandeya dayikan bi rayedarên Iraqê re civiyan, piştî wê carek din şandeyek din ji xelkê wargehê bi rayedaran re hevdîtin pêk anî.

Di wan civînan de daxwazên xelkê wargehê ji bo rayedaran hate pêşkêşkirin. Di serdana doh de rayedarên Iraqê ji bo îro jî xwestin hevdîtinê bikin.

Niha şandeyek ji nûnerên wargeha penaberan bi rayedarên Iraq û nûnerên Neteweyên Yekbûyî re dicive.