KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dagirkeran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş kirin
Artêşa Tirk a dagirker li qadên Çemço û Sîdayê çeperên berxwedanê yên gerîla 12 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran jî bi bombeyên qedexekirî bombe kir. -
Hêzên Şengalê li dijî sîxuran dest bi operasyonê kirin
Hate ragihandin ku Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê li dijî tevna sîxuriyê dest bi 'Operasyona Tolhildanê' kirine. Hate gotin, kesên ji ber sîxuriyê hatine destgîrkirin li xwe mikur hatine ku ji aliyê MÎT'ê û PDK'ê ve hatine birêxistinkirin. -
Li Herêma Kurdistanê li hemberî 158 rojnamevanan binpêkirin pêk hatiye
Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê ragihand ku di sala 2022’yan de li hemberî 158 rojnamevanan zext û binpêkirin pêk hatine. -
Li Edliyeya Geverê îdîaya xwe kuştinê
Ferhat Atilgan ê 25 salî bi sûcdarkirina ku sala 2015’an li Geverê DNA’ya wî li ser lepikek a bûyerekê hatiye dîtin, hat xwestin ku bê girtin. Hat îdîakirin ku Atilgan xwe ji pencereya odeya dozgeriyê avêtiye û xwe kuştiye. -
Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê bi koma xwe ya nû dewam dike
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya li dijî tecrîda Îmraliyê bi dewrgirtina koma xwe ya nû, dewam dike. Çalakgeran ev peyam da: “Têkoşîna PKK’ê ya ku 45 sal li pey xwe hiştiye timî bi êrîşên hovane û komployên dewleta Tirk re rû bi rû maye.” -
Di komkujiya li Mêrdînê de şopa dewletê
Li Mêrdînê 4 kesên ku têkildarî qetilkirina 5 kesan hatîn sewqkirina edliyeyê, hatin girtin. -
HPG: Dagirkerek hate cezakirin, teleskopek hate îmhakirin
Di çalakiyên tîmên bi tevger ên gerîla de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, teleskopek ahte îmhakirin û derb li konteynirekê hate xistin. -
Li Amedê trênê li wesayîtekê da: 4 kes birîndar bûn
Li Taxa Fabrîka ya Amedê trênê li wesayîtekê da û bi qasî 150 metreyan wesayît da ber xwe. 4 kesên di wesayîtê de birîndar bûn. -
Karaman: Ew ê nekaribin hêviya me ya azadiyê bişkînin
Hevşaredarê HDP'ê yê Colemêrgê Cîhan Karaman ê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin; bal kişand ser polîtîkayên sirgûnkirinê yên dewletê li dijî girtiyan û got, "Şert û merc çi dibin bila bibin, nikarin hêviyên me yên azadiyê bişkînin." -
KCK: Wateya Komara Kurd a Mahabadê gelekî mezin e
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 77’emîn a Komara Kurd a Mahabadê peyamek weşand û got "Komara Kurd a Mehabadê îro jî ji bo gelê Kurdistanê xwedî wate û nirxekî mezin e." -
Rojnameya Xwebûnê bi boneya Roja Zimanê Dayikê wê şahiyekê li dar bixe
Rojnameya Xwebûnê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê wê şahiyekê li dar bixe. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen bang li hemû kesan kir ku zextên li ser rojnameya Kurdî pûç bikin. -
Hevserokê PADÊ'ê: Divê hesab ji hêzên bûne sedema qirkirinê bê xwestin
Hevserokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku Elmanya li aliyekê jenosîdê erê dike, li aliyê din çekên Elmanya yên didin Tirkiye Şengal tê bombekirin û got: "Em naxwazin naskirina jenosîda Êzidiyan weke ya Ermenan bibe. Bila zû bikeve meriyetê." -
KCK'ê ji bo qurbaniyên li Şêxmeqsûd û Mêrdînê peyameke sersaxiyê weşand
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo qurbaniyên felaketa li taxa Şêxmeqsûd a Helebê û komkujiya li Mêrdînê peyameke sersaxiyê weşand. -
Gemar û talana ku artêşa Tirk li Zapê li pey xwe hiştiye!
Em li wan çeperan bûn ku artêşa Tirk meha Kanûnê xwe jê vekişand. Li her qada Zapê şûna şerê giran heye. Bi şênberî tê dîtin ku bombardûmana giran a bi balafirên şer hate kirin xweza wêran kiriye. -
PJAK’ê salvegera damezrandina Komara Kurdistanê û Rêveberiya Xweser pîroz kir
PJAK’ê bi daxuyaniyekê salvegera damezirandina Komara Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû gelê Kurd, azadîxwaz û demokratîkan pîroz kir. -
HPG’ê derbarê komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
HPG’ê diyar kir 5 kesên li Mêrdînê hatine qetilkirin welatparêzên ji Rêkaniyê ne û dewleta Tirk ev eşîr kiribû hedefa xwe. HPG’ê diyar kir dibe ku ev komkujî êrîşeke kontrayî ye. -
Nexweşê ALS’ê Abdulkadîr Kuday nayê dermankirin
Abdulkadîr Kuday ji sala 2018’an ve bi nexweşiya ALS’ê ketiye. Dermankirina girtiyên nexweş nayên kirin û giliyên girtiyan roj bi roj zêdetir dibin. -
HDP li Sêrtê bi rûspiyan re civiya
HDP li Sêrtê bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyan re civiya. -
Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê li Silêmaniyê hatin bîranîn
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê, li Salona Mîlano ya Silêmaniyê bi merasîmekê Şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anî û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. -
Şêniyên Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê, didomînin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya li dijî tecrîda Îmraliyê, di roja 42’an de didomînin. -
Li Şengalê 3 şehîd hatin bîranîn
Fermandarê YBŞ’ê Berxwedan Tolhildan, Azad Êzdîn û Enwer Tolhildan li Şengalê hatin bîranîn. -
Şoreş Kobanê hate veşartin, Rêncber Rêbaz hate bîranîn
Li Herêma Firatê Şehîd Şoreş Kobanê (Ehmed Elî) bi merasîmek girseyî hat veşartin û şehîd Rêncber Rêbaz hate bîranîn. -
Xizmên windayan ji bo Arman, Taniş û Denîz hatin cem hev
Xizmên windayan ji bo Harbî Arman, Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin cem hev. -
HPG: Çepereke dagirkeran hate îmhakirin
Çalakiyên tîmên bi tevger ên gerîla bênavber dewam dikin. Di çalakiyan de dagirkerek hate kuştin, çeperek û çekek bombeavêj hatin îmhakirin. -
Cenazeyê Atilgan ê ku hate îdîakirin întihar kiriye, hate veşartin
Cenazeyê Ferhat Atilgan ê ku li Edliyeya Geverê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, hate veşartin.