Xelkê Mexmûrê: Êş û xema Şengalê êşa me ye

Xelkê Mexmûrê ku 4 roj in li dijî dorpêçê li ber xwe dide, êrîşa vê sibehê ya li ser Şengalê şermezar kir û diyar kir ku êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava hemû bi hev ve girêdayî ne. Xelkê Mexmûrê diyar kir ku êşa Şengalê êşa wan e.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ev 4 rojin li dijî hewlên Artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçkirin û têlkirina derdora wargehê di konan de li berxwe didin, li ser êrişa hewayî ya li ser malek li Şengalê de daxuyaniyek belavkirin.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna giyanê şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Sultan Yildiztan ve hate dayîn.

Sultan Yildiztan êrişa li ser Şengalê şermezar kir û got: "Em wek xelkê penaber ê wargeha Şehîd Rustem Cûdî çar roj in di berxwedaniyeke mezin de ne. Ger ku îro Şengal hatiye bombekirin, ev yek ji êrîşa li ser Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê ne dûr e. Berxwedana ku çar roj in xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê li hemberî zextên artêşa Iraqê dide, bi êrişên li ser Şengalê ve girêdayî ye. Bila kes ji me xwe nexapîne, ji ber ku êşa me gelê Kurd hemûyan yek e. Ji ber ku êrîşên ku li ser me çêdibin, bi hev re tên kirin. Ji doh bi şev ve li ser Şengal, Mexmûr, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker, bê navber digerin."

Di dewamê de Yildiztan ragihand ku xelkê Mexmûrê ji ber êrîşa li ser Şengalê xemgîn e û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Wekî gelê Kurd niha hêrsa me gelek e. Em jî niha di çalakiyek mezin a berxwedanê de ne. Êşa Şengalê, êşa me ye. Em êş û xema xelkê xwe yê Şengalê parve dikin, em jî hevalê êşa wan in. Her şehîdek ku li cihekê çêdibe ew êş xwe di dilê me hemûyan de bi cih dike. Doz û daxwazên me hemûyan yek in ku îro ji bo van em niha di bin vê toz û firtoneyê de li ber xwe didin. Wek Malbatên Şehîdan û xelkê Mexmûrê ku îro ji bo rûmet û îradeya xwe li ber didin, li gel we ne. Bimre kedxwarî û dagirkerî.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ û ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.