Li ser hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê aliyan şer kirin

Li Parlamenta Herêma Kurdistanê, di rûniştina têkildarî hilbijartinên herêmê de aliyan li hev nekirin û bi hev ketin.

Li bendê bû îro aliyên Kurdî ji bo hilbijartina li Herêma Kurdistanê bê kirin, rûne. Lê aliyan li hev nekir, alozî derket û bi hev ketin.

Seroka Parlamentê Rêwaz Fayîq di destpêka rûniştinê de axivî û diyar kir ku ji bo parastina yekrêzî û niştimanî ya hêzên siyasî biryar da ku hêza xwe ya teqez û bê merc bi kar bînim û civînê taloq bike.

Piştî ku civîn hate taloqkirin, Alîkarê Serokê Parlamentê Hêmin Hewramî daxwaz ji parlemeteran kir ku kî li gel domandina civîna parlamentê ye, xwe nîşan bide. Li ser vê yekê di navbera Parlamenterên YNK û PDK’î de alozî derket. 

Piştî vê parlameteran êrîşî hev kir û şer derket. Li ser vê hêzên ewlekariyê ketin nava parlamentê û dawî li alozî û şer anîn.

Li ser vê yekê Seroka Koma Tevgera Goran Gulistan Seîd diyar kir ku karkirina komîsyonan mijareke welê ye ku ne tenê aliyek dikare ser biryar bigire, divê hemû alî yek bin.

Li ser zêdebûna aloziyan û şer gelek parlamenter derketin ser maseyan û dengê xwe li hev bilind kirin.

Li aliyê din Alîkarê Seroka Parlementoyê Hêmin Hewramî benda karkirina komîsyonê xiste dengdanê bê ku bizane çend kesî erê yan jî nexêr kirine.

Serokê Koma YNK’ê Ziyad Cebar jî axivî û got: “Îro li ber bû kareke neyasayî bidin erêkirin. Me koma YNK’ê pêşiya vê girt. Pêwîste karê komîsyon û erêkirina yasaya hilbijartinê bê nîqaşkirin."