Li Amedê bi taybetî partiyên Kurdistanî; Rêxistinên civaka sivîl, nûnerên baweriyan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hilbijartî hatin gel hev û civîna “Însiyatîfa Yekîtiyê” li dar xistin.
Bi biryara hevpar a delegeyên beşdarî civînê bûne, rêxistina bi navê "Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk" hat îlankirin. Armanca vê înîsiyatîfê ‘pirsgirêka Kurd bi rengekî adîl, wekhev û demokratîk çareserkirin û demokratîkkirina Tirkiyeyê’ ye.
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk armanc dike ku di vê pêvajoya tejî de ji bo civakîbûna aştiyê xebatên girîng bimeşîne.
Serokê Baroya Amedê yê berê Parêzer Nahît Eren ê ku di nava înîsiyatîfê de cih digire, li ser pêvajo, guhertina destûra bingehîn û reformên qanûnî axivî.
Nahît Eren, anî ziman ku piştî biryara PKK’ê ya çekdanînê gel li benda gavên qanûnî yên dewletê ne û got, “Divê hişmendiya rêveberiya zordar û hişk a bi polîtîkayên ewlekariyê hatine avakirin ji holê bê rakirin. Divê qanûna bingehîn a nû veguhere hevpeymana civakî ku hemû nasnameyên li welat temsîl dike.”
'BANG RASTÎ BERTEKÊN ERÊNÎ HAT’
Eren, behsa însiyatîfa nû ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xebat dimeşîne û pêvajoya aştiyê kir û wiha got, “Pêvajoya ku bi daxuyaniyên Bahçelî destpê kir, nîşan dide ku em ketine serdemeke ku ji ya berê cudatir e."
Eren, diyar kir ku biryarên di kongreyê de piştî banga Rêber Apo ya ji bo fesîxkirina PKK'ê hate girtin, ji aliyê civakê ve rastî bertekên erênî hatin û got, “Vê rewşê ji bo çareseriya pirsgirêkê dilxweşiya civakî çêkir."
‘DIVÊ FERASETA EWLEKARIYÊ BIGUHERE’
Eren, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd hê jî bi perspektîfeke ewlekarî tê nirxandin û li şûna wê divê gavên hiqûqî, siyasî û civakî bên avêtin. Eren, diyar kir ku ji bo çareseriya aştiyane nexşerêyek girîng e.
‘DIVÊ POLÎTÎKAYA QEYÛM BI DAWÎ BIBE’
Eren, anî ziman ku divê sîstema qeyûm, ku tê wateya destwerdana li mafê dengdan û hilbijartinê, bê rakirin û bi bîr xist ku li bajarên mezin ên wekî Wan û Mêrdînê hîna jî qeyûm li ser kar in.
‘REFORMA HIQÛQÎ Û MAFÊN KOLEKTÎF’
Eren, da xuyakirin ku divê pergala hiqûqî ya li Tirkiyeyê li ber çavan bê derbaskirin û destnîşan kir ku bi taybetî di derbarê mafên kolektîf de (perwerdeya bi zimanê dayikê, pênaseya hemwelatîbûnê û hwd.) pêwîstî bi sererastkirina rêgezên hiqûqî yên cidî hene.
‘DIVÊ AŞTÎ LI HER DEVERA TIRKIYÊ BÊ DESTEKIRIN’
Eren, da zanîn ku danîna çekan û bidawîkirina şer ne tenê ji bo Kurdan, ji bo rojavayê Tirkiyê jî pêşketineke erênî ye û divê ev pêvajo ji aliyê hemû civakê ve were destekkirin.
ROLA MUXATABAN Û PÊVAJO
Eren, da zanîn ku girîng e aktorên pêvajoya çareseriyê bi rola xwe rabin û got ku pêvajo bi daxuyaniyên Bahçelî re ber bi rêyeke din ve çûye û PKK’ê jî bersiveke zelal daye banga Rêber Apo.
‘DIVÊ RÊVEBERIYA ZORDAR JI HOLÊ BÊ RAKIRIN’
Nahît Eren, di dawiyê de got, “Niha divê gavên nû bên avêtin. Ger çek bêdeng bûn, divê feraseta rêveberiya tund û zordar a ku bi polîtîkayên ewlehiyê ve hatî avakirin, ji holê rabe. Divê di vê derbarê de rêzikên qanûnî bên çêkirin. Divê destûra nû hemû nasnameyan bigire nava xwe. Ji bo guhertina qanûnê divê amadekariyên destpêkê yên pir cidî bên kirin. Divê destûra bingehîn a Tirkiyeyê bibe peymaneke civakî ku hemû reng û nasnameyên vî welatî temsîl bike."