Rojnamevan Ermîş: Şehîd Karwan dixwest civakê bi rastiyan bihesîne

Rojnamevan Halît Ermîş bal kişand ser kesayeta Şehîd Karwan Horamî û got: “Kesekî kedkar bû. Armancek wî hebû, dixwest civakê bi rastiyê bide hesandin. Wek kesekî Hewramî jî dixwest dengê civaka xwe bigihîne her derê.”

Rojnamevan Halît Ermîş ê demekê li gel Şehîd Karwan Horamî kar kir û hev nasî, li ser kesayet, têkoşîn û karê wî yê rojnamevaniyê axivî.

We kengê û çawa hevdu nas  kir?

Bawer im di sala 2015’de de me hevdû nas kir. Ji 2 sala bêhtir me bi hev re kar kir. Min wê demê li Başûrê Kurdistanê di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) kar dikir. Heval Karwan jî di servîsa Farisî ya ajansê de kar kir.

Şehîd Karwan di jiyan û kar de xwedî kesayetekî çawa bû?

Destpêkê vî tiştî bibêjim. Şehîd Karwan di jiyana min de wek hevalekî wê ti car neye ji bîr kirin e. Kesayetek mutewazî, dilnizm, heta dawî paqij bû. Di karê xwe de bi disîplîn bû.

Bi nêrîna min Şehîd Karwan kedkarekî ku qet nehate naskirin bû. Di ajansê de bi keda xwe yê herî li pêş bû. Bi tena xwe servîsek bi rê ve dibir. Werger dikir, nûçe çêdikir, edîtorya wê nûçeyê dikir. Heman demê de timî rojev dişopand û bi xwe jî dinivîsî. Armanceke wî hebû, dixwest civakê bir rastiyê bide hesandin. Wek kesekî Hewramî jî dixwest dengê civaka xwe bigihîne her derê.

Şehîd Karewan hem weke milîtan, şoreşger û rojnamevanank kar dikir, ev çi li kesayeta wî zêde kiribû?

Şehîd Karwan xwedî pîvan û armanc bû. Armancên wî ne şexsî bûn. Ji bo wê min got xwedî kedek veşartî bû. Hin kes hene bi kedek pir biçûk tên naskirin, navên wan derdikeve. Lê Şehîd Karwan ne li pey nav bû. Ji bo wî ya girîng mebdeyên wî bûn. Min yek carekî nedît ku Şehîd Karwan ji bo şexsê xwe hesabekî bike. Armanca wî dengê gelê xwe gihandina cîhanê bû. Her nûçeyek wî çiqas dihat xwendin ewqas kêfxweş dibû. Ji ber dizanî ku erka xwe li hember civaka xwe pêk aniye.

Li gel Şehîd Karwan hesabên şexsî nebûn. Ruxmî tenduristiya wî nebaş bû, rojek ji bo xwe wek asteng nedît, carnan nîvê şevê we di dît ku li ser kar e. Dixwest karê wî ji yê her kesî baştir be. Ji bo wê tiştek ji xwe re ne dikir asteng. Xwedî pêşdîtin bû. Rojnamevanek bû lê heman demê şoreşgerek bû. Rojnamegeriya xwe bi şoreşgeriya xwe re kiribû yek. Xwe têr nedidît. Armancên wî yê şoreşgerî, azadiya gelê Kurd bû. Ji bo wî rojnamevaniya xwe dixist xizmeta armancên xwe yên şoreşgerî û azadiya gelê kurd. Ev sekin Şehîd Karwan dida heskirin jî.

Taybetmendiyê wî yê herî zû dide der û tê ferqkirin çi ye?

Taybetmendiya wî ya sereke dilnizmbûyîn û mutewazitiya wî bû. Ez bawer im hûn ji her kesekî ku heval Karwan nas dikin vê pirsê bipirsin wê heman bersivê bidin.

Rola wî ya di çapemeniya azad de çawa ye, dema bi hev re kar dikir çawa bû?

Şehîd Karwan di çapemeniya azad de xwedî roleke pir girîng bû. Binêrin li Bakur, Başûr, Rojava gelek rojnamevan hene, Ragihandina Azad li van deran êdî xwedî kevneşopiyek û mîrateyekê ye. Lê li Rojhilatê Kurdistan her çiqas kevneşopiyek hebe jî li gor parçeyên Kurdistan ên din hîna lewaz e. Ji bo wê Şehîd Karwan bi taybet ji bo Rojhilatê Kurdistanê xwedî rolek girîng bû. Nebûyîna wî wê valahiyek mezin çêbike.