NÛ BÛ

Tuncer Bakirhan û Ahmet Davutoglû li hev civiya

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû re li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê civiya.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû re civiya. 

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di şandeyê de cih girtin. Şande, li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê ji hêla Davutoglû, Serokwekîlê Giştî Ayhan Sefer Ustun û wekîl Kanî Torun û Mûstafa Bîlîcî ve hate pêşwazîkirin. 

Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin de li ser rojevên herêmî û Tirkiyeyê danûstandin hatin kirin. Di serdanê de pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê, hevdîtina dawî ya Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Rêber Apo re û biryarên kongreya PKK’ê yên di 12’ê Gulanê de hatibûn ragihandin, hatin nîqaşkirin.

Di civînê de kûrkirina diyaloga di navbera aliyan de û gavên ji bo aştî û çareseriyê yên li Meclisê werin avêtin hatin nirxandin. Hat diyarkirin ku avakirina komîsyonek bi rayeya tam a Meclisê û bi rêbazek ku hemû partiyên siyasî di vê pêvajoyê cih bigirin, gelekî girîng e.

DEM Partî wê hefteya bê bi pêkhateyên partî û hêzên tifaqê re û her wiha bi AK Partî û MHP’ê re jî hevdîtinan bike.