KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Sê şoreşger, sê mirovên resen…
Rêwiyên rastiyê Alî Kanîroj, Xemgîn Amed û Helgûrt Bagok hem di karên çapemeniyê de hem jî di jiyana gerîlatiyê de bûn mînak û pêşeng ji gel û hevrêyên xwe re. -
Li Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin
Li Iraqê operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dewam dikin. Li Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin. -
HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Şehîdên me yên leheng ku bi bawerî û biryardariyeke mezin bi ser dijmin ve meşiyan, mohra xwe li serdemê xistin û bûn afirînerên rasteqîn ên nirxan." -
MXDŞ: Naskirina qirkirinê girîng e, lê naskirina Şengal a Xweser jê girîngtir e
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarê biryara Elmanyayê ya nasîna qirkirina Êzidiyan got, “Em gihîştine wê baweriyê, eger Şengal ne xweser be, wê pêşî li fermanan neyê girtin. Pêkanîna vê daxwaza civaka Êzidî pêwîste were pejirandin.” -
HDP li Çelê ji hilbijartinê re amade ye
Li Colemêrg û navçeyên wê, karên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê dewam dikin. Hevserokê HDP'ê yê navçeya Çelê Fahrettîn Dervîşoglû diyar kir ku ew ji hilbijartinê re amade ne û wê desthilatdariyê li Çelê bikin partiyeke tabelayê. -
Li Bismilê serdegirtina malan: Herî kêm 8 hatin destgîrkirin
Li Bismilê bi ser gelek malan de hat girtin û herî kêm 8 kes hatin destgîrkirin. -
Serdan li malbata şehîdê Berxwedana Efrînê hat kirin
Komîteya Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê ya PKK’ê , piştî ku nasnameya gerîlayê şehîd ê Berxwedana Efrînê eşkere bû, çû serdana malbata şehîd. -
Çeteyên DAÎŞ’ê 3 şivan revandin
Çeteyên DAÎŞ’ê li nêzê herêma Eytê 3 şivan revandin. -
Li Zapê 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Hêzên gerîla li Zapê çalakî kirin û di encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin. -
Gerîla Cûdî: Îradeya mirovan wê bi ser bikeve
Ji gerîlayên li Zapê şer kirin Xebat Cûdî anî ziman ku li hemberî çekên kîmyewî û her cûre teknîkê berxwedaneke bêhempa tê kirin û got, "Êrîş hemû li dijî îradeya mirovan tê kirin. Lê ya bi ser bikeve wê teqez îradeya mirovan be." -
Cenazeyê 5 kesên li Mêrdînê hatin kuştin radestî malbatan hatin kirin
Cenazeyên pênc kesên li ser Rêya Armûşê li Merdînê di wesayîtekê de hatin kuştin, ji bo bibin Dihokê radestê malbatan hatin kirin. Di der barê bûyerê de heta bi niha 6 kes hatine destgîrkirin. -
Bi girseyî çûn şîna gerîlayê HPG’ê Emrûllah Tûncer
Gerîlayê HPG’ê Emrûllah Tûncer li Bestayê di şer de şehîd bûbû. Li Serêkaniyê gel bi girseyî çûn şîna wî. -
Hejmara kesên di êrîşa Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dane bû 5
Di êrîşa li Mêrdînê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 5. Di heman demê de 4 kes jî hatin destgîrkirin. -
Li Çemçoyê 4 leşkerên Tirk hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayên Kurdistanê de yên ku di 18’ê Çileyê de hatine lidarxistin bi qasî ku hate tespîtkirin li qada Çemçoyê 4 leşkerên Tirk hatine cezakirin. -
YPS/YPS-JIN bang kir: Bi xurtî tevlî pêngava me ya serketinê bibin
YPS/YPS-JIN'ê got, "Em bang dikin ku li dijî êrîşên qirker ên dijminê faşîst, bi rengekî hîn çalak xwedî li pêngava me ya serketinê derkevin û pêngavê mezin bikin." -
Nasnameya 4 gerîlayên li Gabarê şehîd bûne hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya gerîlayên li Gabarê şehîd bûne eşkere kir û got “Wê gelê me keda wan a ji bo têkoşîna azadiyê tu carî ji bîr neke.” -
Bayik: Ewropa, CPT û Tirkiye polîtîkaya tecrîdê bi hev re dimeşînin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik rexne li CPT kir ku têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyê nade û got, "Ev tê wê wateyê ku Ewropa, CPT û dewleta Tirk bi hev re polîtîkaya tecrîdê dimeşînin." -
Li Mêrdînê gule li wesayîtekê hate reşandin: 4 kes mirin kesek jî birîndar bû
Li ser Rêya Îpekê gule li wesayîteke bi plakaya Iraqê hate reşandin. 4 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû. -
Bîlen: Astengiyên li pêşiya xwendekarên Mexmûrê divê bêne rakirin
Mamoste Xelîl Bîlen diyar kir ku PDK li pêşiya xwendina zankoyê ya xwendekarên Mexmûrê dibe asteng û got, "Madem PDK nahêle, wê demê bila herêma Silêmaniyê xwendekarên me qebûl bike. 6 zanîngeh di bin destê YNK'ê de hene." -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Qoser piştî 4 mehan hat veşartin
Gerîlayê HPG’ê Piling (Emrûllah Tûncer) ku 30’ê Îlona sala 2022’yan li Bestayê şehîd bû, li Serêkaniyê hat veşartin. -
HDP’yî li gundên Êlihê bi gel re civiyan: Bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan
HDP’yî li gundên Êlihê bi gel re civiyan. Di hevdîtinan de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn. -
Li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Li çalakiyên nêzî gundên Çemço û Sîda yên qada Zapê bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Çeteyên DAÎŞ'ê 2 polîs kuştin
Çeteyên DAÎŞ'ê li herêma Cebal a Kerkûkê 2 polîsên Iraqê kuştin. -
Dayika Mîr Perwer li ber kurê xwe hate veşartin
Dayika Mîr Perwer, Fîlîz Aydin li Goristana Ewran li gel kurê xwe hate veşartin. -
KCK’ê ji bo çalakiya Mehmet Akar peyamek weşand
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê ji bo Mehmet Akar ê ku li Amedê xwe şewitandibû diyar kir ew ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin û xwest çalakiyên xweşewitandinê êdî neyên kirin.