KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Du xwişk, du Amara û du şehîd…
Ew, ew bûn ku hê nehatî dinê bûbûn rêwiyê vê rêya bi salan. Ew jî bûbûn mirûd û hezkiriyên vê dozê. Tevî ku bi êş, jan jî bû ew bi hezkirin meşiyan û serbilind jiyan. -
Hevrêtiya Binevş Agal û Hozan Mizgîn
Binevş Agal û Hozan Mizgîn ku li heman cografyayê, li gundên nêzî hev ji dayik bûn, heta ku şehîd bikevin li qadên cuda yên têkoşînê yên Tevgera Azadiyê ya Kurd gihîştin hev. -
'Em li dijî dijminekî namert şer dikin'
Gerîlaya YJA Starê Arîn Xalid diyar kir ku ew li dijî dijminekî welê namert şer dikin ku çekên kîmyewî bi kar tîne û got, "Ji wan hebû ku wê karibin me biqedînin. Lê belê nekarîn bikin. Hêrsa me zêdetir kirin." -
Cenazeyê Mehmet Akar ê tecrîd protesto kir hat veşartin
Cenazeyê Mehmet Akar ê li Amedê ji bo protestokirina tecrîda Îmraliyê bedena xwe da ber agir, hat veşartin. -
Dayika Şenyaşar: Zarokên min di nava destê dewletê de hatin qetilkirin
Emîne Şenyaşar diyar kir ku zarokên wê yên birîndar bi fermana Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î, hatin şandina Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û got: “Zarokên min di destê dewletê de, hatin qetilkirin.” -
Mehmet Akar ê li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir, şehîd bû
Mehmet Akar ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, şehîd bû. -
Dagirkeran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş kirin -HATE NÛKIRIN
Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 21 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran jî bi bombeyên qedexekirî bombe kir. -
Akar ê bedena xwe da ber agir: Bila çalakiya min bibe wesîleya azadiya Rêber Apo!
Mehmet Akar doh êvarê li Amedê li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir. Akar got, "Agirê ku bedena min şewitand bila Îmraliyê ronî bike. Hêviya min ew e ku ev çalakî bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo." -
Li Cizîrê serdegirtina malan: 3 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Cizîrê avêtin ser malan û 3 kes destgîr kirin. -
HPG: Şehîdên pêşeng ên fedaî yên artêşa jinê ne
HPG'ê endama Fermandariya Eyaleta Zapê Melsa Mûş û gerîla Govend Nûda bi bîr anî û got, "Em pêşengên xwe yên fedaî hevrê Melsa, Govend û Nûda bi rêzdarî bi bîr tînin ku li Zapê bûn sembola artêşbûna me ya jinê." -
Dilê xwe bi hezkirina azadiyê mezin kir
Gerîlaya YJA Starê Rahîme Xebat ku bi armanca Kurdistana Azad di ciwantiyê de tevlî nava Şoreşa Kurdistanê bû, weke şoreşgereke jinê ya pêşeng heta nefesa xwe ya dawî li eniyên herî dijwar ên têkoşînê cih girt. -
Li Amedê welatiyekî agir berda bedena xwe
Li navçeya Sûrê ya Amedê ciwanekî xwe şewitand. Ciwanê ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. -
Ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê pêşangeha wêneyan
Li Ranyayê ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê pêşangehek a wêneyan hat vekirin. -
Dayikên Aştiyê gerîlayê YRK’ê Hogir Delîl bi bîr anî
Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê tevlî merasîma bîranîna gerîlayê YRK’ê Hogir Delîl bûn û soza xurtkirina têkoşînê dan. -
Li Girtîgeha Panosê êşkence û zext li girtiyan tê kirin
Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê tên ragirtin, bi malbatên xwe re axivîn û qala êşkence û zextên li girtîgehê kirin. -
Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê didome
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, didome. -
Dagirkeran 11 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirin
Artêşa Tirk a dagirker 11 caran bi çekên kîmyewî çeperên berxwedanê yên Çemçoyê û 2 caran jî bi çekên qedexe êrîşî çeperên li Sîdayê kirin. -
Berxwedana li Rojhilat û Îranê dikeve meha 5'an
Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li gel zext û zilma dewletê jî dikeve meha 5'an. -
Rojnamevan Pêşewa Zagros: Ciwan ji bo guherandina pergalê hêzeke dînamîk in
Rojnamevan Pêşewa Zagros ê ji Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku ciwan hêzeke dînamîk a civakê ne, dixwazin civakê biguherînin û ji ber vê dijmin ciwanan dike hedef. -
'Min Sara bi çîrokên berxwedanê yên gerîla nas kir'
Gerîlayê HPG'ê Tîrêj Zagros ê li Kato Marînos şehîd bû, di nivîseke xwe de bal kişandibû ser bandora Sakîne Cansiz (Sara) a li ser dilsoziya wî ya bi Rêberê Gelê Kurd re. -
Li Ranyayê tecrîd û êrîşên kîmyewî hatin protestokirin
Komeleya Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ê Têkoşer bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên bi çekên kîmyewî protesto kirin. -
‘Polîtîkayên girtîgehan li Îmraliyê tên amadekirin’
Di panela bi navê “Li girtîgehan binpêkirina mafan, tecrîd û mafê xwegihandina tenduristiyê” de hate gotin ku polîtîkayên girtîgehan li Îmraliyê tên amadekirin û belavî hemû girtîgehan bûne. -
Fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî û hevreyên wî bi merasîmekî hatin bibîranîn
Fermandarê YBŞ'ê Zerdeş Şengalî, Hemîd Şengalî, Cîlo Borik û Êzdîn Şoreş ku di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de Şehîd bûbûn, hatin bîranîn. -
Berxwedana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê didome
Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku meha xwe ya çaran bi dawî kirin, bê navber dewam dikin. -
Çeteyên DAÎŞ'ê li Germiyanê 2 şivanên Kurd revandin
Çeteyên DAÎŞ'ê li bajarokê Kifrî yê Germiyanê 2 şivanên Kurd revandin.