‘Divê Iraq û NY mafên penaberan biparêzin’

Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê û Meclîsa Amûdê hewldana dorpêçkirina Mexmûrê ya artêşa Iraqê şermezar kirin û xwestin demildest vekişin.

Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Artêşa Iraqê duh danê sibehê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, ji danê sibehê ve hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê di der barê hewldanên Iraqê yên ji bo têlkirina derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî de daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Hîkmet Xetîb ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Wargeha Mexmûrê cihê niştecihên penaberên siyasî yên bakurê Kurdistanê ye ku dibin çavdêriya NY’ê de ye. Bi salane êrîş û bombebarana li ser şêniyên wargeha Mexmûrê ne rawestaye. Bê aramî di nava welatiyan de heye, ji bo wê em dorpêça li ser wargeha Mexmûrê şermezar dikin.

Armanca dorpêçkirin û êrîşa Artêşa Iraqê ya li ser wargeha Mexmûrê ku bi salane ji mafên xwe yên tendirustî, xwendin û hwk… bê par hatine hiştin û dixwazin wargehê veguherînin girtîgeha servekirî. Ev helwestek dijmirovîye.

Êrîşa Iraqê ya ser wargeha Mexmûrê şermezar dikin û bi tu awayî ev êrîş nayên qebûl kirin. Em piştgiriya xelkê wargeha Mexmûrê dikin û li gel wanin. Hêvîdarin Neteweyên Yekbûyî erkên xwe pêkbîne. Her wiha hêzên Iraqê jî ji Mexmûrê vekişin.”

Meclisa navçeya Amûdê bang li hikumeta Iraqê kir ku dû nede siyasetên dewleta Tirk a dagirker û destnîşan kir ku her êrişek li dijî Kampa Mexmûrê, qanûnên parastina penaberan binpê dike. Meclisê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku piştgiriya xelkê Mexmûrê bike.

AMÛDÊ

Meclîsa Navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo jî têkildarî dorpêçê daxuyanî da. Endama meclîsê, Hena Xalid daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dijminê gelê Kurd di dîrokê de, kuştin û koçberkirina Kurdan û binpêkirina mafên wan didomîne. Vê siyasetê li Kurdistanê dimeşîne. Bi hezaran welatiyên bakurê Kurdistanê koçber kirin ku di Wargeha Mexmûrê de bi cih bûn. Tevî erdnîgariya herêmê ya dijwar û şert û mercên herêmê ji bo jiyanê ne guncew bûn, lê gelê bakurê Kurdistanê, ji mirinê jiyan afirand.

Ji dema ku li kampê bi cih bûne, lê siyasetên li dijî wan berdewam kirin. Ligel ku wargeh di bin çavdêriya NY`yê de ye , lê ji çend rojan ve, artêşa Iraqê bi çekên giran kampê dorpêç dike. Ev siyaset ji me re hebûna tovikên komployên din nîşan dide.

Niştecihên wargehê, di bin çavdêriya NY`yê de ne. Dorpêça li dijî wan jî li dijî rêgezên parastina mafên penaberan e. Ji ber wê divê hikumeta Iraqê bi siyasetên hikûmeta Tirkiyeyê neyê xapandin.

Em bang li gelê başûrê Kurdistanê dikin ku piştgiriya xwişk û birayên xwe yên li Mexmûrê bikin. Her wiha em bang li hikûmeta Iraqê û NY`yê dikin ku mafên penaberan biparêzin.”