Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Hamiyet Yalçinkaya li Amedê hate veşartin

Gerîlaya YJA-Starê Hamiyet Yalçinkaya di meha Adarê de li herêma Bestayê ya Şirnexê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê wê ji goristana bêkesan hate wergirtin û li Amedê di bin dorpêça leşkeran de hate veşartin.

Gerîlaya bi navê Hamiyet Yalçinkaya (Leyla Amed) di 11’ê Adarê de li herêma Besta ya Şirnexê, di şer de şehîd bûbû.

Cenazeyê Yalçinkaya piştre li navenda bajêr li goristana bêkesan hatibû veşartin.

Malbatê ji bo cenaze nimûneya DNA’yê dabû. Piştî ku nimûneyên DNA’yê wekî hev derketin,  cenazeyê Yalçinkaya hate wergirtin.

LI HEMBERÎ CENAZE MIAMELEYA XERAB

Malbatê 22’ê Gulanê roja duşemê cenazeyê Yalçinkaya ji goristana bêkesan wergirtin û ber bi navçeya Bismilê ya Amedê ve bi rê ketin.

Malbatê cenaze anî goristana Taxa Seyrantepeyê. Gora ku berê hatibû kolandin ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Piştî vê miameleya dijmirovî, polîsan hincet nîşan dan ku qeyda Yalçinkaya li Taxa Tepecîk a navenda navçeya Bismilê ye.

Malbatê cenazeyê gerîlaya YJA Starê birin gundê ku lê ji dayik bû. Lê vê carê jî Taxa Tepecîkê û goristan ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin.

Leşkeran li ber deriyê goristanê kontrola nasnameyan kirin û destûr dan ketina kesên ku beşdarî merasîma cenaze bûn. Cenaze di bin dorpêça leşkeran de hat definkirin.

Di merasîma cenaze de xizmên Yalçinkaya û endamên Komeleya Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) amade bûn.