Ciwanên Şengalî: Em ê bi Mexmûrê re li ber xwe bidin

Ciwanên Şengalî ku li dijî êrîşên bi ser Mexmûrê meşiyan, got: “Rewş ku wiha dewam bike, em ê dest bi berxwedanê bikin. Em nahêlin dijmin planên xwe yên qirêjî yên li ser gelê pêk bîne.”

Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê (YCJŞ), ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên bi ser Mexmûrê, bi şiara “Jin, jiyan, azadî, bi ser bixe azadiyê” awayekê girseyî meşiyan.

Avesta Êzidî ku li ser navê ciwanan daxuyanî da, îşaret pê kir ku her dera fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê bi pêş ve diçin, dagirker ji xwe re dikin armanc.

‘EM Ê BI MEXMÛRÊ RE LI BER XWE BIDIN’

Avesta Êzidî da xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Şengalê û Mexmûrê berdewam in û ev tişt got: “Dixwazin bi têlan dorê li Wargeha Mexmûrê bigirin. Ev rewş wiha dewam bike, em ê bi gelê Mexmûrê re tev li berxwedanê bibin. Em nahêlin dijmin planên xwe yên qirêjî yên bi ser gelê me pêk bîne. Ji ber ku êrîşên li Mexmûrê û Şengalê tên kirin, ji hev ne cihê ne. Par bi heman konsepta êrîşê xwest êrîş bikin û gelê me biqedînin.”