KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo Şehîdên Parîsê li Mexmûrê meş hat lidarxistin
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şehîdên Parîsê bi meşek girseyî hatin bîranîn. -
Li Şengalê Şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Şengalê bi meşekî girseyî hatin bîranîn. -
Sakîne Cansiz li Dersimê hate bîranîn
Yek ji demezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz li ser gora xwe ya li Dersimê hate bîranîn. Dema gel çû goristanê polîsan êrîşî gel kir. -
Li Çemçoyê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin
Li qada Çemçoyê di çalakiya hêzên gerîla de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin. Li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî droneyek hate xistin. -
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn
Şêniyên herêma Firatê bi meşeke girseyî şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn û gotin, "Em ê têkoşîna azadiyê ya Sakîne û Evînan mezintir bikin." -
Nedîm Seven: Di Komkujiyên Parîsê de rola Gladîoyê heye
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven diyar kir ku bêyî destûra NATO'yê, welatekî NATO'yê nikare li welatekî din ê NATO'yê çalakiyekê bike û di komkujiyên Parîsê de işaret bi rola Gladîo ya NATO'yê kir. -
Hevşaredarê Mexmûrê Pîran: Em bi fikrên Rêbertî li ber ambargoyê radibin
Bedran Pîran diyar kir ku ambargoya PDK’ê di gelek aliyên jiyanî de bandor li ser wargeha Mexmûrê kir û got, ew bi rê û alternatîfên ji fikrên Rêberê Gelê Kurd li ber ambargoyê radibin. -
'Komkujiya li Parîsê êrîşek li ser felsefeya Abdullah Ocalan bû'
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn têkildarî komkujiya Parîsê got, "Ya ku êrîş li ser hate kirin û qetil kirin, meşvana pratîkî ya felsefeya Birêz Ocalan bû. Êrîş li dijî îdeolojiya rizgariya jinê bû." -
Ji Sakîneyan heta bi Amara Ronahiyan, mîrateya têkoşînê
Ji gerîlayên YJA Starê Amara Ronahî di rojnivîska xwe de qala têkoşîna Sakîne Cansiz dikir. -
Li Silêmaniyê wê sibê ji bo komkujiya Parîsê merasîma bîranînê bê lidar xistin
Bi wesîleya 10’emîn salvegera Komkujiya Parîsê, li Silêmaniyê wê sibe merasîma bîranînê bê lidar xistin. -
Li Xakurkê bi çekên giran çalakî hate kirin
Gerîlayan di 7'ê Çileyê de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn a li Xakurkê, li dijî leşkerên Tirk ên dagirker bi çekên giran çalakî kirin. -
Bûldan: HDP wê namzeta/ê xwe diyar bike!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Îdirê di kongreya partiya xwe de careke din destnîşan kir ku HDP wê tevî hevalbendên xwe namzeta/ê xwe diyar bike. -
PKK: Hesabpirsîna dîrokî destpê kiriye
Komîteya Rêveber a PKK'ê ji ber salvegera 10'emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û got, "Darizandin û hesabpirsîna dîrokî destpê kiriye. Di encamê de jî wê serketin misoger bibe." -
'Sara sonda me ya tolhildanê ye'
Gerîlaya YJA STAR'ê Melsa Çirav diyar kir ku Sakîne Cansiz bi kesayeta xwe ya berxwedêr û şerker re xwedî hêza çareseriyê bû û got, "Hevala Sara rastiya PKK ye.” -
Fermandarê YRK'ê: Em li gorî berjewendiyên gelê xwe tevdigerin
Fermandarê YRK'ê Şiyar Şevger anî ziman ku li gel provokasyonan jî wan dawî li agirbestê neanîne û got, "Em li gorî berjewendiyên gelê xwe tevdigerin." -
KCK: Bi nixumandina komkujiya Parîsê re bingeh ji komkujiya duyemîn re hate amadekirin
KCK ji ber salvegera 10'an a komkujiya 9'ê Çileyê daxuyaniyek weşand û sê şoreşgerên Kurd bi bîr anî. KCK'ê rexne li Fransayê kir ku komkujiyê dinixumîne û diyar kir, bi vê helwestê re bingeh ji komkujiya Parîsê ya duyemîn de hate amadekirin. -
Şehîdên Cûdî li Mexmûrê hatin bîranîn
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 6 gerîlayên azadiyê yên li çiyayê Cûdî şehîd bûn, hatin bîranîn. -
Gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran dan
Tîmên gerok ên gerîlşayan li Zap, Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker dan. -
Li Şengalê berf bariya
Li Şengalê berfê dest pê kir û erd girt. -
Ferhat Pawe: Şehîd Hêmin zindanên Îranê kir qada berxwedanê
Endamê Komîteya Şehîdan a PJAK’ê Ferhat Pawe diyar kir, dema ku ew dibêjin ‘Şehîd namirin’ ev tişt tê wateya ku şehîd jiyanê dixuliqîne û dîrokê dinivîsîne. -
HPG: Wê tola şehîdên Cûdiyê were stendin
HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên li Cûdiyê şehîd bûne eşkere kir û got “Çiyayên asê yên Botanê di serî dee wê bîranîna şehîdên me yên qehreman li Bakur û her dera Kurdistanê were jiyîn, em ê teqez armancên wan pêk bînin.” -
Karayilan: Di Zapê de asê bûne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku planê rejîma AKP-MHP’ê yê dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tevahî, li Zapê aliqiye û got: ”Navê wê danî ‘Pencik-Kilît’ lê di Zapê de asê bûn.” -
Di serketinê de çeperê sereke; Qada Berxwedanê ya Çemçoyê
Li Girê Keleha Çemço, ti dar û zinarek ku parçeyên bombeyê lê neketibe, nemaye. Gerîlayan li vir, ji bo ku dijmin çekên kîmyewî li dijî hevrêyên wan yên li qadên din bi kar neyne, di bin êrîşên dijwar ên balafiran de çalakî pêk tînin. -
Jiyaneke tijî cesaret û qehremanî
Çawa dilek dikare ewqas bi cesaret û bi moral be ku bikaranîna çekên kîmyewî jî nekarî vê moral û baweriyê kêm bike? Ciwanên azadîxwaz ên li ser çiyayên Kurdistanê xwedî vê hêzê ne û rojane dibin şahidên vê yekê. -
‘Heta girtî azad bibin ez nasekinim’
Reşahat Ada ya bi salan e ji bo girtiyên ji malbata xwe têdikoşê, got: “Heta girtiyên me derbikevin, ez ê li têkoşîna xwe dewam bikim.“