Sê partiyên Başûr ji bo Mexmûrê bang li hikûmeta Iraqê kirin

Sê partiyên Başûrê Kurdistanê di bin sêwana Desteya Karên Hevpar a Çepên Kurdistanê ji bo Kampa Penaberan a Mexmûrê bang li hikûmeta Iraqê kirin ku dev ji kontrolkirina kampê berdin û rêz ji hiqûqa penaberan re bigirin.

Di sibeha 20’ê Gulanê de artêşa Iraqê bi rêjeyek zêde ya wesayîtên zirxî û leşker ve berê xwe dan Kampa Penaberan a Mexmûrê ji bo bikevinê, têl û kuleyan danin. Li ser vê yekê ev sê rojin xelkê kampê di nobedê de ye, li ber xwe dide.

Li ser vê yekê Partiya Demokratîk Gel a Kurdistan, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistan û Hîzba Şûî ya Kurdistanê di bin navê Desteya Karê Hevpar a Çepên Kurdistanê daxuyaniyek hevpar li ser hewldana Iraqê ya dorpêçkirina Mexmûrê û danîna têlan, dan. 

Di daxuyaniyê de hewldana artêşa Iraqê ya dorpêç û danîna têlkirinê dorî wargehê şermezar kir û got: “Ev çend roj in artêşa Iraqê dixwaze bikeve nava kampê û kontrol bike. Kampeke ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê parastin û tevî vê jî bi dehan car dewleta Tirkiye êrîş li ser kiriye û di van êrîşan de jin û kal, zarok bûne qurbanî. Li ser van êrîşan Hikûmeta Iraqê ti helwest nîşan nedaye. 

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser herêmê xelkê kampê û hêzên pêşmerge lehengiyek mezin nekiriba, wê weke deverên din di qirkirinê re derbas bibûna. Heta niha jî xeteriya DAÎŞ’ê li ser vê herêmê heye û taybet li ser kampê heye.

Di dewama daxuyaniyê de ev hewldan weke helwdaneke derhiqûqî ya navneteweyî û taybet li dijî mafê penaberiyê û xelkê kampê ye.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser metiriyên êrîşên dewleta Tirk a li ser kampê û got: “Kontrolkirina kampê ji aliyê artêşa Iraqê ve metirsiyê zêdetir dike û xeterî zêdetir dibin.”

Herî dawî di daxuyaniyê de daxwaz ji Iraqê û aliyên berpirs tê kirin ku vê metirsiyê li ber çavan bigirin, dest ji kontrolkirina kampê berdin, rêz ji hiqûqa û qanûnên taybet ên penaberan re bigirin û got: “Daxwaz ji NY dikin ku bi erk û berpirsyariyên xwe yên parastina kampê ku di bin kontrola wan de hatiye avakirin bînin û jiyana welatiyên kampê biparêzin.”