KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Konê sersaxiyê ji bo Kizil hat danîn
Ji bo Abdûrrahman Kizil ê li Parîsê hat qetilkirin, li mala malbata wî ya li navçeya Kaxizmanê konê sersaxiyê hat danîn. -
Parlamenterên HDP'ê çûn serdana şîna Mîr Perwer
Parlamenter û rêveberên HDP'ê yên Mûşê bi girseyî çûn serdana şîna Mîr Perwer ê li Parîsê hat qetilkirin. -
Hemed Bişar: Em ê şopdarê têkoşîna şehîdên xwe bin
Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar destnîşan kir ku, Menal Merdîn ji ber têkoşerekî dilsoz bû, bû hedef û got, “Em ê şopdarê têkoşîna şehîdên xwe bin.” -
KONGRA-GEL ji bo meşa li Parîsê banga tevlîbûnê kir
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji bo meşa 7'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir û got, "Ji bo faşîzma dewleta Tirk şermezar bikin û ji hikukmeta Fransayê bixwazin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne, em li Parîsê bibin dengê xurt ê şehîdan." -
Emîne Şenyaşar hêjayî Xelata Edaletê hate dîtin
Baroya Qersê Xelata Edaletê ya 2022'an da Emîne Şenyaşar a ku ji bo edaletê li ber xwe dide. -
HPG: Qadên berxwedanê bi dehan caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran qadên berxwedanê bombe kir. -
Şoreşger Menal Mêrdîn li Şengalê hate bibîranîn
Li Şengalê şoreşger Menal Merdîn ku 2'ê Çileyê li Til Izêr şehîd ket, bi merasimekê hate bibîranîn. Di merasîmê de bang li civaka Êzidî hate kirin, ku xayinan di nava xwe de venehewînin. -
Karayilan: Berpirsyariya Fransayê ye ku failên rastî eşkere bike
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, hikumeta Fransayê berpirsyar e ku berpirsyarên 2 komkujiyên li Parîsê hatin kirin, eşkere bike û diyar kir, gelê Kurdistanê li benda vê yekê ye. -
Keleha berxwedanê: Tunelên şer ên li Şehîd Botan
Gerîlayên ku çar mehan her roj, her saetê gazên kîmyewî li dijî wan dihate bikaranîn, ji bo carekê jî ji hevrêyên xwe re negotin 'em tengav bûne' yan jî 'em dest ji çepera xwe berdin'. -
Jinên Kurd ên hatin qetilkirin, hatin bîranîn
Jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. -
Evîn Goyî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ hat veşartin - HAT NÛKIRIN
Cenazeyê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Qendîlê hat veşartin. -
Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hate veşartin
Cenazeyê hunermendê Kurd Mîr Perwer ê li Parîsê hatibû qetilkirin, li bajarokê Ewanê yê Mûşê di bin dorpêçê de hate veşartin. -
Ji bo Menal Mêrdîn ê ku hate qetilkirin meşek hate lidarxistin
Ji bo Menal Mêrdîn ê ku 43 sal in têkoşîna şoreşê didomîne û li Şengalê hatibû şehîdxistin, meşek hate lidarxistin. -
Ji bo Evîn Goyî li Şehîdgeha Qendîlê merasîmeke bi heybet hate lidarxistin
Cenazeyê endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) ku li Parîsê di encama êrîşeke çekdarî de şehîd bû, li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Qendîlê merasîm tê lidarxistin. -
Hêzên gerîla li Zap û Xakurkê li dagirkeran dan
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4'ê Çileyê li Zap û Xakurkê çalakî kirin. -
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zext û berxwedan didome
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hem zext û zordariya dewleta Îranê hem jî berxwedana li dijî vê yekê dewam dike. -
Artêşa Tirk careke din agir berda daristanan
Artêşa Tirk di operasyona li Amed, Çewlik, Mûş û Êlihê de agir berda daristanan. -
Cenazeyê Evîn Goyî ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve hate şandin -NÛ BÛ
Cenazeyê endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) ku 23'ê Kanûnê li paytexta Fransa Parîsê di encama êrîşekê de şehîd bû, ji Parîsê ber bi Silêmaniyeyê, ji wir jî ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve hate şandin. -
Di lêpirsîna leşkerên Tirk ên tecawizkar de biryara veşarî
Li Seravê 2 leşker bi hinceta ku dest dirêjî penabera afxan a bi navê L.M.'yê kirine, hatin girtin. Hat hînkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Seravê biryara veşarî daniye ser lêpirsînê. -
Menal Mêrdîn li Şengalê hate qetilkirin
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku di roja 2’ê Çileyê de li Tilezêra Şengalê, rewşenbîr û şoreşger Menal Mêrdîn hatiye qetilkirin. -
Şehîdên Silopiyayê li Mexmûrê hatin bîranîn
Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, 3 siyasetmedarên jin ên ku li Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. -
Li Çemçoyê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin
Di çalakiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de ya li qada Çemço ya Zapê, leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin. -
Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bênavber dewam dikin
Xwepêşandanên şermezarkirinê li gel êrişên dewleta Îranê jî li dehan bajaran dewam dikin. -
Malbata Şenyaşar: Kujer parlamenterê AKP’ê ye
Ferît Şenyaşar ku 667 roj in Nobeta Edaletê didomîne got, “Kujer parlamenterê partiya desthilatê ye. Dozger peywira xwe pêk naynin.”