KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Karayilan: Şer dewam dike, divê kes bi xemsarî nêzîk nebe
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hîn jî şerekî giran diqewime, divê kes bi xemsarî tevnegere û bang li her kesî kir, ku xwedî li berxwedana gerîla derkeve. -
Partiyên Kurdistanî li ser rewşa herêmî li hev civiyan
Ji bo nîqaşkirina rewşa herêmî gelek partî û saziyên Kurdistanî li Kerkûkê li hev kom bûn û rewşa herêmî nîqaş kirin. -
Bi dehan malbat ji Wargeha Bêrsivê vegeriyan Şengalê
Wezareta Koçberiyê û Koçberan a Iraqê da zanîn ku 231 koçber ji Wargeha Bêrsivê 1 a li Zaxoyê vegeriyane Şengalê. -
HPG: Mobeseyek hate îmhakirin
Çalakiyên gerîlayên Kurdistanê bênavber didome. Di çalakiyên gerîlayan de li qada Çemçoyê pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate îmhakirin. -
Emer Saleh: Plana PDK’ê û dewleta Tirk li Şengalê têk çû
Hevserokê berê yê PADÊ Emer Saleh têkildarî operasyona li dijî şebekeya sîxurên MÎT û PDK’ê got, “Plana PDK’ê û dewleta Tirk li Şengalê têk çû. Eger em pişt hêzên xwe yên ewlekariyê bigirin, wê dijmin ti carî bi ser nekeve.” -
Hatineya ji konsera Koma Ma'yê wê bibe alîkarî ji HDP'ê re
Koma Ma'yê piştî Enqere, Stenbol û Îzmîrê li Amedê konsereke lidar xist. Hatineya ji konsera dawî wê weke alîkariyê ji HDP'ê re bê dayin. -
Demhat digot ‘Em amade ne’
Yek ji fermandarên HPG’ê Sedat Demhat beriya berxwedana 6 mehan diyar dikir ew li benda êrîşa dagirkeriyê ne û digot “Berxwedana par dijmin da sekinandin. Ji cihê ku hevalan hiştine, em ê bidomînin. Em amade ne heval.” -
KODAR'ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir
KODAR'ê ji bo alîkariya bi mexdûrê erdhejê bang kir: "Alîkariya bi xelkê me yê Xoyê ku bûye mexdûrê erdhejê, karekî exlaqî û mirovî ye." -
Abdulxaliq: Neheqiyê li civaka xwe nekin, bibin yek û xizmetê bikin
Abdulxaliq bang li partiyên Kurdistanî kir ku di vê dema girîng de neheqiyê li civaka xwe nekin, destê xwe bidin hev; hem bibin yek hem jî xizmetê ji gelê xwe re bikin. -
Hozat: Gelê Kurd li benda gaveke şênber e
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat daxuyaniya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî nirxand ku xwestibû tecrîd bê bidawîkirin û got, gelê Kurd li şûna gotinan êdî gaveke şênber dixwaze. -
Li kampa Keberto car din agir bi konek a Êzîdiyan ket
Di nava heftiyekê de ev çend car agir bi konên kampa Keberto ya li Dihokê dikeve. -
Nêzî 40 malbat sibê vedigerin Şengalê
Li gorî agahiyên hatin girtin nêzî 40 malbatên Êzidî wê sibe ji Kampa Bêrsîvê ya Zaxo vegerin Şengalê. -
Şenyaşar: Wê hesabê vê zilmê ji we bê pirsîn
Malbata Şenyaşar a ku Nobeta Edaletê di bin baranê de domandin got, "Wê hesabê vê zilmê ji we bê pirsîn.” -
Hejmara qurbaniyên erdheja Xoyê giha zêdetirî 800 kesî
Her diçe qurbaniyên erdheja Xoyê ya Rojhilatê Kurdistanê zêdetir dibe. Li gorî agahiyan zêdetirî 800 kes birîndar bûne, 7 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Gelek kes jî li ber sir û seqemê, li derve mane. -
Kakayî: PDK nahêle Iraq êrîşên dewleta Tirk bixe rojeva Neteweyên Yekbûyî -2
Hejar Kakayî bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya li gel sûcên Tirkiye û got: “PDK rê nade ku Iraq li dijî Tirkiye li qada navneteweyî bikeve nava tevgerê." -
Danûstandinên Mîr ên bi dewleta Tirk re li Şengalê bûye cihê nerazîbûnê
Ji Rêveberên PADÊ Saleh Êzdîn Xelo bal kişand ser hevdîtina Mîr Hazim Tehsîn Beg a bi rayedarên dewleta Tirk re û got, "Nayê qebûlkirin ku Mîr biçe Sefaretxaneyên Tirk û bi wan re hevdîtinan bike. Nabe ku bi Erdogan re hevdîtinê bike." -
Fermandarek di temenê ciwan de: Bêrîtan
Bêrîtan Koçer ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê di ciwantiyê de tevlî nava refên gerîla bû, weke fermandareke ciwan beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dagirkeran xist. -
Tevgera Azadî ya Kerkûk: Divê gel bes bêrûmetiya li welatparêzan tê kirin qebûl bike
Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê têkildarî destgîrkirina Hevserokê Tevgera Azadî yê ji aliyê Asayîşa Ranya ve û piştre berdana wî daxuyanî da û bang li xelkê bi rûmet ê Başûr kir ku bes bê rûmetiya li welatparêzan tê kirin qebûl bikin. -
Agir bi kampa Keberto ya Êzidiyan ket
Berî çendekê agir bi kampa Keberto ya Dihokê ku xelkê Êzidî ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya 2014’an û şûnde lê bicih bûbûn, ket. -
Di sala 2022’an de li hemerî 399 rojnamevanan binpêkirinên mafan pêk hat
Li gorî rapora rêxistina Aştî û Azadiyê, di sala 2022’an de li herêma Kurdistanê 209 kiryarên binpêkirinê li hemberî 399 rojnamevanan hatiye kirin. -
Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 50’emîn de didome
Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja xwe ya 50’emîn de didome. -
Li Çemço û Sîdayê 3 dagirker hatin cezakirin
Tîmên bi tevger li qadên Çemço û Sîdayê 3 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin, kepçeyek jî îmha kirin. -
Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê: Em konferansa ekolojiyê silav dikin
KCK'ê konferansa ekolojiyê silav kir û got, "Dem ew dem e ku weke hemû zindî û gel îradeya jiyana bi hev re li qadên xwe yên xwecihî bikin hêza rêxistinbûyî û bixin nava liv û tevgerê." -
Bazên Metropolan li Amedê notirvanan xistin
Bazên Metropolan li Amedê li dijî notirvanan çalakî lidarxistin. -
Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula hate berdan
Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula ku 27'ê Çileyê hate destgîrkirin, hate berdan.