HPG: 5 dagirkerên tevlî operasyonê bûn û dar dibirîn, hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma Bestayê 5 dagirkerên ku tevlî operasyonê bûbûn û dar dibirîn, bi rêbaza serdegirtinê ya gerîla hatin cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Artêşa Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê bi birîna daran xwezayê wêran dike, li dijî hêzên me yên li Bakur operasyonên tunekirinê dimeşîne û bombardûmana li ser hêzên me yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Hêzên me li herêma Besta ya Botanê li dijî dagirkerên ku dest bi operasyonê kiribûn bi çalakiyeke xurt bersiv dan û di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin."

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

ARTÊŞA TIRK KUŞTIYÊN XWE EŞKERE NEKIR

"Li Botanê;

Dewleta Tirk a dagirker di nava du salên dawî de li Botanê daran dibire, daristanan ji holê radike û bi vî rengî xwezayê wêran dike. Dewleta Tirk a qirker bi talankirina cografya Kurdistanê li dijî mirovahiyê sûcekî mezin dike. Li Girê Gêsin ê li herêma Besta ya Botanê, bi birîna daran dagirkeran xweza talan kirin û dest bi operasyonê kirin. Hêzên me dagirker xistin bin kontrola xwe û di 7'ê Hezîranê de xwe berdan nava vê hêza dijmin, ji sê baskan ve bi rengekî koordîneyî li dijmin xistin. Ji cihekî nêz ve bi çekên ferdî derbên giran li dagirkeran hate xistin û di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn. Artêşa Tirk tenê kuştiyekî xwe ji çapemeniyê re eşkere kir û kuştiyên xwe yên din veşart.

Ev çalakî di şexsê fermandara me ya leheng Şehîd Leyla Sorxwîn de ji bo hilanîna tola hevrêyên me Bawer, Rênçber, Dilşêr û Şerger hate ikrin, ku li Bestayê di êrîşên dawî yên dijmin de şehîd bûn.

JI ME TI WINDAHÎ ÇÊNEBÛ

Dagirkerên ku derba giran xwarin bi balafirên şer û helîkopteran bombardûmaneke giran li qada çalakiyê kirin, dest bi operasyoneke berfireh kirin û 8'ê Hezîranê saet di 01:00 de bi balafirên şer 4 caran bombe kirin. Di vê çalakiyê de û di êrîşên dijmin ên piştî çalakiyê de ti windahî ji me çênebû.

BOMBEYÊN QEDEXEKIRÎ HATIN BIKARANÎN

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî;

Li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, çeperên me di 10'ê Hezîranê de carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

9'ê Hezîranê qadên Serê Metîna û Gundê Bêşîlê yên herêma Metînayê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10'ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Amediyê, Girê Cûdî yên Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 93 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 10'ê Hezîranê êrîş bir ser çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û hewl da bi kepçeyan hilweşîne."