Binçavkirin û girtina Hevserokê berê yê Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurd li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç li paytexta Elmanya Berlînê hate protestokirin.
Kurdistanî li ser banga Meclisên Jinan ên Dest-Dan Hêvî û Nav-Berlîn li ber Wezareta Karên Hundir a Federal kom bûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de haten destnîşankirin ku Elmanya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tenê diaxive, lê di pratîkê de parêzvanên aştiyê krîmînalîze dike.
Di çalakiyê de pankartên "Aştî ne sûc e", "Ji Yuksel Koç re azadî" û "Qedexeya li ser PKK'ê rakin" hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de hate bibîrxistin ku Elmanya di 27’ê Sibatê de bi awayekî erênî bersiva da Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk û biryara PKK’ê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî ya ku di 12’ê Gulanê de hatibû ragihandin. Hate destnîşankirin ku girtina kesayetekî ku ji bo aştiyê hewl dida, nakokiyeke mezin e.
Di çalakiyê de hate gotin ku Yuksel Koç bi salan e ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan têdikoşe û hate diyarkirin ku girtina Koç encama qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê ku ji sala 1993'an vir ve di meriyetê de ye û ev qedexe bûye amûrek ji bo tepeserkirina daxwazên gelê Kurd ên ji bo aştî û demokrasiyê.
Di bin van sernavên jêrîn de bang li hikûmeta Elmanyayê hate kirin:
- Divê Yuksel Koç û hemû girtiyên siyasî yên Kurd werin berdan.
- Divê qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.
- Divê dawî li siyaseta krîmînalîzekirinê ya li dijî gelê Kurd bê anîn.
- Divê piştgiriyeke aktîf ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê were dayîn.