Ji bo Huseyîn Arasan li Silêmaniyê konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo Huseyîn Arasan ê ku li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di encama sûîqestê de şehîd bibû, li ber Komeleya Karkerên Mezopotamyayê konê sersaxiyê hat vedan.

Penaberê siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê Huseyîn Arasan 9’ê Hezîranê li ber avahiya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê di encama êrîşa çekdarî de bi giranî birîndar bû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Piştî rojekê Arasan li nexweşxaneyê şehîd ket.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê piştî qetilkirinê daxuyaniyek da û diyar kir ku Arasan bi hevkariya MÎT û rêxistina îstîxbarata PDK'ê Parastin hatiye qetilkirin.

Cenazeyê Arasan di 11’ê Hezîranê de li Goristana Şehîd Mehmet Karasûngûr a Qendîlê hate veşartin.

Li bajarê Silêmaniyê li ber Komeleya Karkerên Mezopotamyayê konê sersaxiyê hat vedan. Serdanên sersaxiyê li gorî saeta herêmî saet 10:00’an dest pê kirin û tê payîn ku heta saet 17:00’an bidome.