Dagirkeran 83 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin

Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber bi balafiran, helîkopteran, obus, tank û çekên giran têne bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"11'ê Hezîranê li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

10'ê Hezîranê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî 2 caran, 11 û 12'ê Hezîranê li Zapê Qadên Berxwedanê yên Sîda û Çemçoyê 11 caran bi giştî 13 caran bi helîkopterên şer hatin bombekirin.

11 û 12'ê Hezîranê li Zapê Qada Berxwedanê ya Sîdayê 13 caran, 11'ê Hezîranê li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM'ê û Girê Amediyê 55 caran bi giştî 68 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 10 û 11'ê Hezîranê hewl da li Zapê çeperên me yên Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi kepçeyan hilweşîne."