Şêniyên Mexmûrê serdana şîna Arasan a li Silêmaniyê kir

Şandeyek ji Mexmûrê serdana konê sersaxiyê ya Arasan kir ku li Silêmaniyê hat vedan.

Di 9’ê Hezîranê de êrîşek çekdarî li dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê Huseyîn Arasan pêk hat, Arasan destpêkê bi giranî birîndar bû.

Lê di berbanga sibehê ya 10’ê mehê de, tevî hemû hewldanan Arasan şehîd bû. Cenazeyê Arasan duh bi merasîmekê li goristana Qendîlê hate veşartin.

Li ber derê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê danê siharê ji bo Arasan konê sersaxiyê hate vedan. Serdanên ji bo konê sersaxiyê dewam dikin. Şandeyek ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî serdana konê sersaxiyê kir. Şandeyê sersaxî li malbat û hevalên Huseyîn Arasan da.

Tê payîn serdanên sersaxiyê heya saet 17:00’an dewam bike.