Fermandariya YRK'ê li ser êrîşên hêzên Îranê daxuyanî da

Fermandariya YRK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên çekdar ên Îranê li herêma Kosalan a Merîwanê dest bi operasyoneke berfireh kiriye û ji ber operasyonê li hin deveran şer qewimî ye.

Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser operasyona hêzên desthilatdariya Îranê ya li herêma Kosalanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Tevî ku hêzên me li Rojhilatê Kurdistanê di pozîsiyona êrişê de nînin û di rewşa parastina rewa de ne, hêzên rejîma Îranê bi rengên curbecur beramber hêzên me êrişan pêk tînin. 

Roja 12’ê Hezîranê serê sibehê saet di 05:30'î de hêzên rejîmê bi piştevaniya balafirên bêmirov ên keşfê û tevlîbûna sedan serbaz û efseran û maşînên serbazî û makîneyên kar ên weke boduzêran di herêma Kosalan de operasyonek dest pê kir. Di wê operasyonê de hêzên rejîmê girê li 'Qeleniyane' xwe bi cîh kirin û derdora xwe bi topên giran û hawanan topbaran kirin."

Fermandariya YRK'ê bi dewamî got, "Heman rojê nîvro saet di 11:30'î de hevalên me bi armanca xweparastinê li hemberî serbazên ku topbaran dikirin, çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn û serbazeke dijmin hate kuştin ku payeya wî nayê zanîn. Piştî ku hevalan li wan dan, hêzên rejîmê bi piştgîriya balafirên bêmirov careke din bi doçka, hawan û katyûşa bi dijwarî herêm gulebaran û topbaran kirin. Ew tevgera hêzên rejîmê hê jî berdewame. Di wê operasyonê de heya niha çi zerer negihîştiye hêzên me. Em ê derbarê mijarê de gelê xwe û raya giştî berdewam agahdar bikin."