Gardiyanan êşkence li girtiyan kir û gef li parêzeran xwarin

Baroya Îdirê diyar kir ku gardiyanên Girtîgeha S ya Îdirê êşkence li girtiyan kiriye û gef li parêzeran xwariye.

Baroya Îdirê, li ser êşkenceya ku li Girtîgeha S ya Îdirê gardiyanan li girtiyan kiriye û gefên li parêzeran xwarine, daxuyanî da.

Alîkara Serokê Baroya Îdirê Parêzer Hulya Ozdemîr ku daxuyaniya ji bo çapemeniyê xwend, da zanîn ku parêzer 14’ê Nîsanê çûne serdana girtîgehê, gardiyanên êşkence li girtiyan kiriye û gef li parêzeran xwariye û got: “Nêzîkê 10 gardiyanan dirêjê parêzeran kiriye, dor li wan girtiye, ji wan re gotiye: ’Hûn kî ne law, hûn gardiyanan sor dikin ku serî hildin?’ û bi devkî û fîzîkî gef li wan xwarine.”

DOZGERIYÊ HEVDÎTIN NEKIRIYE

Demîr da xuyakirin ku bi girtekan bûyer hatiye qeydkirin û wiha pê de çû: “Giliyê gardiyanan li Serdozgeriya Komarê ya Îdirê hatiye kirin, hevdîtin bi rêveberiya girtîgehê re hatiye kirin, hewil hatiye dayîn ku hevdîtin bi Serdozgeriya Komarê ya Îdirê re bê kirin lê bersiv ji bo banga hevdîtinê nehatiye dayîn. Bi pişt re hat zanîn ku tundî li girtiyan hatiye kirin, piraniya girtiyan ji ber ku fikar ji gardiyanan kiriye, ew gilî nekirine, daxwaznameyên nivîskî ji baroya me re hatine şandin.”

‘EM Ê BIDIN PEY PÊVAJOYÊ’

Demîr anî ziman ku helwesta li dijî girtiyan tund e, heta kirinên nehiqûqî biqedin û pêvajoya edlî û îdarî ya têkildarê berpirsan bi awayekê bandorbar bi rê ve biçe, ew ê bidin pey pêvajoyê.