Îsraîl ji bo 14 taxên Xezeyê fermana valakirinê da!

Artêşa Îsraîlê ji bo 14 taxên bakurê Şerîda Xezeyê ku kampa Cibaliyê ya penaberan jî di nav de ye, fermana valakirinê da.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adree, di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî ya bi Erebî de got, “Artêşa Îsraîlê li herêma ku hûn lê dimînin, operasyon pêk tîne. Ji ber ku rêxistinên terorê li van taxan operasyon û xebatên xwe bi rêve dibin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, roja Çarşemê 21'ê Gulanê di civîneke çapemeniyê de gotibû, "Ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan eger vebijêrka agirbestê ya demkî hebe em jê re amade ne."

Netanyahu, di heman demê de ragihand ku di dawiya operasyona erebeyên Gideon de ku roja Şemiyê destpê kiribû, wê ‘Şerîda Xezeyê’ bi temamî bikeve bin kontrola artêşa Îsraîlê de.

Hikûmeta Netanyahu di destpêka meha Gulanê de, plana xwe ya ‘fethkirina’ Xezeyê ku ji sala 1967’an heta 2005’an dagir kiribû, eşkere kir. Ev plan dê rê li ber ji cih û warkirina bêhtirî 2,4 mîlyon mirovî veke.