KCK'ê pêvajoya bêçalaktiyê bi dawî kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar ku wan pêvajoya bêçalaktiyê ya ku piştî erdheja 6’ê Sibatê dabûn destpêkirin û di hilbijartinê de hatibû dirêjkirin, ji ber êrîşên dewleta Tirk bi dawî kirine.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser êrîşên tasfiye û tunekirinê yên li ser tevgera azadiyê û gelê Kurd daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Weke ku tê zanîn di 6'ê Sibata 2023'an de li Elbistan û Bazarcixê du erdhejên mezin qewimîn. Piştî ku me fêhm kir, encamên erdhejê gelekî girang in, weke Tevger em bi berpirsyariya xwe ya exlaqî û mirovî rabûn û me biryar dabûn ku heta ev rewşa giran a mirovî ji holê bê rakirin çalakiyan nekin, me ev biryara xwe jî bi raya giştî re parve kiribûn. Me bang li hêzên xwe hemûyan, her wiha hêzên demokratîk şoreşger ên li derveyî xwe kiribûn ku ji ber heman sedemê di serî de li bajaran çalakiyan nekin. Hêzên me yên Parastina Gel di çarçoveya vê banga me de daxuyaniyek dan raya giştî û ragihandin ku wan çalakî rawestandine, di vê pêvajoyê de ji bilî xweparastina li hemberî êrîşan ew ê çalakiyan nekin. HPG û yekîneyên wê yên leşkerî hemû, li gorî vê biryara Tevgera me tevgeriyan.

Di demekê de ku bandora giran a erdhejê hînê dewam dikir, Tirkiye kete nava pêvajoyeke hilbijartinê. Di vê hilbijartinê de ku hem gelê Kurdistanê hem jî civaka Tirkiyeyê girîng didît, ji bo zemîna provokasyonê ya desthilatdariya AKP-MHP a faşîst ji holê bê rakirin û di hilbijartinê de encamek bi kêrî gelan û hêzên demokratîk bê bidestxistin, me helwesteke welê nîşan dan ku biryara xwe ya bêçalakîtiyê heta dawiya hilbijartinê dewam bikin û me ev helwesta xwe jî bi raya giştî re parve kir. Bêguman em Tevger, çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin, ji bo vê jî têdikoşin. Lewma ev helwesta me di heman demê de piştgiriyek ji bo siyasetê û pêvajoya siyasî bû.

Bêguman gelê me, welatparêz, rêxistinên Kurd ên dost demokratîk, gelek kesayetan, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê, gelek hêz û saziyên li qadên navneteweyî û herêmî û raya giştî ya demokratîk ev biryara me erênî dîtin û piştgirî dan. Lê belê dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP'ê êrîşên xwe yên ji bo dagirkirin, tasfiye û qirkirinê zêde kirin û ev biryara me têk birin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst di vê demê de êrîşên xwe qet nesekinand, êrîş bir ser qadên gerîla, çekên qedexekirî bi kar anî. Ji bilî qadên gerîla êrîş û komkujiyên li ser Kurdan li Başûr, Şengal, Mexmûr û Rojava dewam kir. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî êrîşên li ser gel û siyaseta demokratîk zêde kir. Tecrîda li ser Rêber Apo bi rengê girankirî dewam kir. Bi kurtasî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst di çarçoveya konsepta tasfiye û qirkirinê de êrîşên li ser Tevgera me û gelê me zêde kir û tecrîda li ser Rêber Apo hîn bêhtir giran kir. Gerîla di vê demê de li gel êrîşên zêde yên artêşa Tirk jî li gorî biryara me tevgeriya, lê belê êrîşên desthilatdariya AKP-MHP'ê ev biryara me bêwate kir. Li pêşberî vê helwesta me ku tê wateya tevkariya li pêvajoya siyasî, wijdanî û mirovî, muxalefeta li Tirkiyeyê jî nekete nava nêzîkatiyeke ku bersivê bide vê helwesta me, nêzîkatiya xwe ya neteweperest û teng dewam kir û cudahiya xwe ya ji desthilatdariyê nîşan neda.

Li gorî berpirsyariya xwe ya exlaqî û mirovî, her wiha ji bo pêşîgirtina li provokasyonên di dema hilbijartinê de, ji bo xurtkirina zemînê siyasî me ev biryar wergirtibû. Lê belê tevî vê biryarê jî zêdeyî çar mehan êrîş û komkujiyên li ser hêzên me û gelê me zêde bûn, dewam kirin, tecrîda li ser Rêber Apo hîn bêhtir hate girankirin. Li Silêmaniyeyê di kuştina şoreşger hevrê Baran Avrêl (Huseyîn Arasan) de eşkere bû ku faşîzma AKP-MHP'ê li dijî Tevgera me û gelê me dest bi pêleke nû ya êrîşê kiriye. Pêwîstî pê heye ku li dijî vê pêla êrîşê ya faşîst li her derê têkoşîneke çalak bê meşandin û derb li dijmin bê xistin. Ji ber van sedeman hemûyan, em ji îro û pê ve radigihînin ku biryara xwe ya rawestandina çalakiyan bi dawî dikin.

Êdî her kesî hîn baştir dîtiye ku heta faşîzma AKP-MHP'ê neyê hilweşandin ti pêşketin çênabe. Li ser bingeha vê rastiyê em bang li gelê xwe, hêzên demokratîk şoreşger û her kesî dikin ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst têkoşînê hîn bêhtir mezin bikin."