Cenazeyê Arasan bi merasîmekê ber bi Qendîl tê şandin

Cenazeyê endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan ku 9’ê Hezîranê li Silêmaniyê di êrîşa çekdarî ya MÎT’ê de şehîd bû, bi merasîmekê ber bi Qendîlê ve tê şandin.

Cenazeyê Huseyîn Arasan ji Morga Saziya Tiba Edlî bi tevlîbûna sedan kesî û dirûşman hate girtin û ji bo merasîmê birin Mizgefta Ehmedî Hacî Elî.

Piştî karwanê şehîd gihişt mizgeftê li vir merasîmek hate lidarxistin.

Bi navê komeleyê Mûsa Xalid daxuyanî da û bal kişand ser terora dewleta Tirk. Mûsa Xalid got, ew penaberên siyasî ne û rexne li çapemeniya nêzî PDK’ê jî kir ku wan dike hedef û got: "Em penberên siyasî ne, siyasetê dikin. Divê demildest kujer bên dîtin û hesab jê bê xwestin."

Piştre jî ser navê KNK’ê Dr. Şêrko Heme Emîn axivî êrîş şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî û desthilatê kir, ku kujeran diyar bikin û pêşiya êrîşên wiha bigirin.

Bê navber dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Tolhildan’ hate qîrkirin.

Piştî merasîmê cenazeyê şehîd bi karwanekê ji dehan wesayîtî bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ pêk dihat ber bi Qendîlê hate birêkirin.