'Berxwedana Sîdayê mîna xençerekî li dilê dijmin ket'

Gerîlayê HPG'ê Hîwa Sine ji ANF'ê re axivî û got, "Berxwedana li Sîdayê mîna xençerekî li dilê dijmin ket. Çi dibe bila bibe, gerîla serketinê ji xwe re dike esas."

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Li herêmên Zap, Çemço û Sîdayê, dewleta Tirk bi hemû hêza xwe û her cûre teknîkê êrîşî qadên gerîla dike. Yek ji gerîlayên ku bi berxwedaneke mezin bersiv da van êrîşan Hîwa Sine bû. Şervanê HPG'ê Hîwa Sine ji ANF'ê re axivî û êrîşên dewleta Tirk û berxwedana gerîla nirxand.

Gerîlayê HPG'ê Hîwa Sine diyar kir ku dewleta Tirk li gel derfetên xwe hemûyan jî li hemberî berxwedana gerîla bêçare maye û di hevpeyvîna xwe de bi vî rengî axivî: "Şer û berxwedan mîna xençerekî li dilê dijmin ketiye. Şer hem li qadê hem jî li çeperan gelekî zor daye dewleta Tirk. Ji bo alîkariyê bidin hevalên xwe yên li çeperan li ber xwe didin, em bi ruhê fedaî têkoşiyan. Di vê operasyonê de rastiya dijmin derketiye holê. Bi her awayî êrîş li dijî hevalên me hatin kirin. Lê belê nekarîn îradeya me bişikînin. Dem hatibû ku em soza ku me dan partiya xwe û Rêber Apo bi cih bînin. Ji bo parastina Girê Werxelê em li qadê bûn. Me şahidî ji sedan sûcên şer re kir. Ev sûc niha li pêş çavên me têne kirin. Leşkerên ku tevlî operasyona dagirkeriyê bûn qaşo leşkerên herî jêhatî yên dewleta Tirk bûn, lê belê li hemberî berxwedana Apoyî nekarîn şer bikin. Dema ku dengekî biçûk dibihîstin dest ji çeperên xwe berdidan û direviyan. Rastiya dewleta Tirk ev e.

Dijmin piştî ku dît nikare encamê bi dest bixe, xwest ku dagirkeriyê hîn bêhtir berfireh bike. Di 15'ê Îlonê de dijmin bi kobra, balafirên şer û keşfê hat ser tunelên şehîd Felat. Di heman demê de leşkeran êrîşî qadên Şehîd Fedakar û Şehîd Agir kirin, armanca wan ew bû ku destwerdana hevalan asteng bikin. Lê belê tîmên li kampan û hevalên li çeperan bi rengekî profesyonel destwerdan kirin û nehiştin ku leşker zû bi zû xwe bigihînin tunelên şer. Dema ku leşkeran êrÎş kirin, hevalan bi rengekî fedaî bersiv dan û kirin ku dijmin gelek windahiyan bidin. Dewleta Tirk mirî û birîndarên xwe hişt û vekişiya. Ji bo karibe bê Sîdayê careke din bombe li qadê barandin lê dîsa jî nekarîn encamê bi dest bixin.

Cenazeyên leşkeran bi rojan li naverastê man û herî dawî cenazeyên xwe şewitandin. Dijmin di êrîşan de gelekî çekên kîmyewî bi kar anî. Li hemberî van êrîşan me tedbîrên xwe wergirt. Tê zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e. Tevî vê yekê jî dewleteke endamê NATO'yê nikare li hemberî gerîla şer bike. Em di nava PKK'ê de her tim bi ruhê fedaî şer dikin. Çi dibe bila bibe gerîla her tim ji xwe re serketinê dike esas. Destûrê nade ku Kurdistan bê dagirkirin."