Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

4’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê di roja şeşan de pêşangeha tabloyên wênesaz Sînan Hezer hate vekirin. Hezer bal kişand ser girîngiya pêvajoya ku bi banga dîrokî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin û banga xwedîderketina pêvajoyê li hunermendan kir.

4’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a ku li paytexta Fransa Parîsê tê lidarxistin, bi coş didome. Mihrîcan di roja şeşemîn de bi pêşangeha tabloyên wênesaz Sînan Hezer dom kir. Gelek Kurdistanî, dostên wan û hunerhez beşdarî pêşangeha ku Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya hate lidarxistin bûn.

Wênesaz Sînan Hezer di vekirina pêşangehê de axivî. Hezer bal kişand ser girîngiya mihrîcanê û pêvajoya nû ya ku bi banga dîrokî ya Rêber Apo di 27’ê Sibatê de dest pê kiriye. Hezer diyar kir ku divê hemû hunermend beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Piştî axaftinê, li hola konferansê pêşangeh hate vekirin. Beşdaran eleqeyek mezin nîşanî tabloyan dan.

Mihrîcan tevahiya rojê bi serdanên pêşangehê dom kir.