Şandeya Rêveberiya Xweser li Parîsê bi parlamentera re civiya
Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parîsê bi parlamenterên Fransayê re civiyan û geşedanên dawî nirxandin.
Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parîsê bi parlamenterên Fransayê re civiyan û geşedanên dawî nirxandin.
Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Fransayê Parîsê bi parlamenterên Fransayê re civiya. Di şandeyê de ji şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, Nûnerê Rêveberiya Xweser li Fransayê Kerîm Qemer û endamê Nivîsgeha Nûnertiya Rêveberiya Xweser Fener Çaçan cih girtin.
Di civînê de li ser rewşa Sûriyeyê, rêbazên pêşkêşkirina alîkariyê ji bo Rêveberiya Xweser û pêşxistina diyalogê bi desthilata Şamê re, hatin nîqaşkirin.
Patlamenterên Fransî girîngî da meşandina pêvajoya siyasî û ji hikûmeta Fransayê xwest ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê.