Li Mûşê herî kêm 18 kes hatin destgîrkirin

Hêzên dewleta Tirk li Mûşê serê sibehê avêtin ser gelek navnîşanan. Herî kêm 18 kes hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyan, li navenda Mûşê û navçeyên wê polîsan serê sibehê avêtin ser bi dehan navnîşanan.

Di serdegirtinan de herî kêm 18 kes hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Li gorî agahiyên destpêkê kesên hatin destgîrkirin bi tevlîbûna li merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) têne sûcdar kirin. Mîr Perwer di 23'ê Kanûna 2022'an de li Parîsê di êrîşa çekdarî ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şehîd bûbû.