PKK: Şaristan Asmîn şopdara xurt a heqîqeta Rêber Apo bû -NÛ BÛ

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) diyar kir Şaristan Asmîn a ku çaryek sedsalê têkoşiya û şopdara herî xurt a heqîqeta Rêber Apo bû ji ber nexweşiyê şehîd ketiye.

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku xebatkara çapemeniyê ya YJA Starê Şaristan Asmîn (Leyla Yildiz) a ku 24 sal in têdikoşiya, ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Têkoşîna azadiya Kurdistanê, ji roja pêşîn ve rastiyeke civakî ye ku ji bo jiyana azad, xwedî îdiayên mezin ên welatekî azad e û ji bo pêkanîna vî tiştî bi fedakarî tevlî nav refên şoreşê dibe. Ev rastiya di xeta Apoyî ya bi mîlîtanî de ku tu astengiyan nas nake, îro jî li çiya, li gund û bajaran, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker û li dijî mêtingeriya modernîteya kapîtalîst berxwedanên destanî li dîrokê dineqişîne. Dema ku ev têkoşîn didome, hevalên me yên herî paqij û kirdeya jiyana watedar in şehîd dibin. Bi şehadeta xwe dibin şahidên avakirina kêliyên azadiyê, di nav krîza civakî de ku dinya ber bi wê ve diçe, li ser asasê paradîgmaya Rêber Apo ku wek hêviya jiyana azad bi pêş ve diçe, têkoşîna şehîdên me ku xwedanên meşeke bêdawî ne û ev meş bêyî navber didome. Hevrêya me Şaristan Asmîn (Leyla Yildiz) hevrêyeke me ya ji wan hevrêyan e ku li gor vê rastiyê jiyaye, di demên herî zor de bûye xwedana têkoşîneke afirîner.

Hevrêya me Şaristan, di sala 1981'î de li Mersînê hatiye dinê. Bi eslê xwe ji Botanê ye. Botana ku cihek ji cihên qedîm ên Kurdistanê ye, cihek ji wan cihan e ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê lê geş bûye. Malbatê ji ber sedemên aboriyê koçî Mersînê kiriye. Malbata hevrêya me Şaristan, li wir jî welatparêziya xwe domandiya. Hevrê Şaristan jî bi bandora vê çanda xurt a welatparêziyê mezin dibe.

WÊ TÊKOŞÎN Û HEVRÊTIYA NAV PKK’Ê JI XWE RE KIR ESAS

Ji ber Komploya Navneteweyî ku sala 1998’an li dijî Rêber Apo hate destpêkirin, li seranserê Kurdistanê serhildan çêdibe, ev tişt bandora xwe li hemû cîhanê jî dike. Di vê pêvajoyê de hevrê Şaristan jî berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevrê Şaristan sala 1999’an vedigere Botanê û digihîje gerîla. Ji gava ku dest bi têkoşînê dike, jiyana li gor pîvanên têkoşînê ji xwe re dike esas û dikeve rêya pêkanîna serfiraziyên mezin. Wekî gerîlayeke jin li serê çiyayên Kurdistanê, pêkanînê têkoşîna li dijî dagirkeriyê û kûrahiya hevrêtiya PKK’ê ku rastiyeke afirîner e di her kêliyê de ji xwe re dike esas. Li Botanê dest bi têkoşîna gerîlatiyê dike, li Heftanînê têkoşîna xwe didomîne. Di dawiya sala 1999’an derbasê Qendîlê dibe. Heta sala 2002’yan li Qendîlê dimîne, dibe xwedana tecrubeyên mezin.

Hevrê Şaristan ku di sala 2002’yan derbasê qada Xinêreyê dibe, ji bo kûrbûna di xeta azadiya jinan de, ji bo li ser asasekê rast bikeve rêgeha Îdeolojiya Rizgariya Jinan ku Rêber Apo daniye, di bin banê PJA’yê de tev li dewreya perwerdehiyê dibe. Tecrûbeyên ku ji perwerdehiyê wergirtine ji bo têxe pratîkê, hevrê Şaristan careke din bi biryardariyeke mezin tê Qendîlê, heta sala 2005’an bi xurtî têdikoşe. Li Akademiya Şehîd Berîtan jî tev li dewreyeke perwerdehiyê dibe, ji bo pratîkeke serkeftî xwe têrûtijekirina daîmî ji xwe re dike esas. Hevrê Şaristan ku bi pişt re li Zapê li têkoşînê dewam dike, li vir jî dibe xwedana tecrûbeyên şer û jiyanê. Tevlêbûna hevrê Şaristan ku di hemû jiyana xwe de bi hevrêtiya PKK’ê û afirîneriya hevrêtiya jinên azad ku bi xwezaya Kurdistanê re bûye yek, tu carî kelecana xwe kêm nekiriye.

DI DESTEKÎ DE ÇEK Û DI DESTÊ DIN DE JÎ KAMERA

Hevrêya me Şaristan Asmîn, bi zanebûna divêtiya pêkanîneke piralî ji bo pêşwazîkirina hewcedariyên asta navneteweyî ku şoreşa Kurdistanê gihîştiye wê astê, wek gerîlayekê wê tu carî xwe ji ber xebatê nedaye alî. Bi fedakarî, tevlêbûn, girêdayîbûna xwe bi nirxên azadiyê ve, li her derê bûye xwedî bandor. Di destekî de çek, di yê din de kamera, ji bo nasandina têkoşîna azadiyê ya jinan li Kurdistanê û cihanê, gelek ked daye. Demeke dirêj di nav xebatên çapemeniyê yên YJA Starê de ma û bi kameraya xwe nîşan da ku têkoşîna gerîla bi rengê jinan çawa dikeve pratîkê.

Hevrê Şariştan bawer dikir ku têkoşîna gel bi naskirina jiyana gel, bi awayekî serkeftî dikare bê meşandin, di her qadê de xebat ji xwe re kir rêgezeke bingehîn. Bi vê yekê re tenê bi çiya re sînordar namîne. Di sala 2014’an de dema çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî êrîşeke qirkirinê pêk anî, hevrê Şaristan jî kedeke mezin da ku haya cîhanê ji vê qirkirinê çêbibe. Hevrê Şariştan li qadên Mexmûr, Kerkûk û Şengalê hem weke gerîlayeke jin hem jî weke xebatkara çapemeniya azad têkoşiya.

DI NAV ÇAPEMENIYA AZAD DE KEDEKE MEZIN DA

Di sala 2016’an de carek din li Akademiya Şehîd Bêrîtan beşdarî perwerdehiyê bû. Hevrê Şaristan ku dixwaze gel ji nêz ve nas bike û kelecana gerîlatiyê bi her kesî re parve bike, piştî perwerdeyê xebatên çapemeniyê didomîne. Ji bo ku di pêşengiya jina azad de şoreşa neteweya demokratîk zindî bibe û bigihîje gelên cîhanê, wê di nav xebatên çapemeniya azad de kedeke mezin da. Di vê pêvajoyê de, bi nexweşiyeke giran ket. Li aliyekî tedawî dibû û li aliyê din jî hêviya xwe tu carî winda nekir û bi hezkirina kûr a hevrêtiyê û kelecana têkoşînê, xebatên xwe domand.

Hevreyê me Şaristan Asmîn ku şopdarê tevlêbûna têrwate, dilsoziyeke bêsînor û heqîqeta Rêber Apo ye, li pey xwe mîrateya mezin a berxwedanê hişt. Hevrê Şaristan di 3’ê Hezîrana 2023’an de ji ber nexweşiyê tevlî nav karwanên nemiran bû. Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Şariştan û ji gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin. Em di şexsê hevrê Şaristan Asmîn de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz dikin ku em ê xeyalên wan ên Kurdistana azad ku jiyana xwe ji bo vê feda kirine, pêk bînin.

Nasnameya heval Şaristan wisa ye:

Nasnav: Şaristan Asmîn

Nav û Paşnav: Leyla Yildiz

Cih û dema jidayikbûnê: 1981 / Mêrsîn

Navê dayikê: Hediye

Navê bav: Alî

Cih û dema tevlêbûnê: 1999 / Mêrsîn

Cih û dema şehadetê: 3’yê Hezîrana 2023’an