4 herêmên Pîranê ji bo 10 rojan hate qedexekirin
Dewleta Tirk ji ber operasyonên leşkerî gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê ji bo 10 rojan qedexe kir.
Dewleta Tirk ji ber operasyonên leşkerî gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê ji bo 10 rojan qedexe kir.
Li navçeya Pîran a Amedê, gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê ji ber operasyonên leşkerî di navbera 21-30’ê Gulanê de ji aliyê dewleta Tirk ve wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hat îlankirin.
Walîtiya Amedê ketina herêman bi destûrê pêk tîne û hinceta qedexeyê jî wek ‘Pêkanîna aramî û ewlehiya netewî, pêşî girtina sûc, parastina maf û azadiyan’ hat nîşandan.