KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Desthilat ji civaka hişyar û zane ditirse û li dijî wê ye'
Doktor Semed Ehmed bal kişand ser metirsiya hişmendiya desthilatê ya ji bo civakê û got: "Desthilata dîktator ji her tiştî zêdetir li dijî hişyarbûn û zanebûnê ye. Ji ber ku desthilat hişyarî û zanabûnê ji bo xwe metirsî dibîne.” -
YPS-YPS JIN’ê nasnameya Şehîd Zozan Azak eşkere kir
Koordînasyona YPS-YPS JIN’ê nasnameya Zozan Azak a di sala 2015’an de li berxwedana xwerêveberiyê şehîd bûbû, eşkere kir û sersaxî ji malbata wê û gelê Kurd re xwest. -
Ji ber erdheja li Xoyê 3 kes mirin, 580 kes birîndar bûn
Doh bi şev li bajarê Xoy ê ser bi Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya û di encamê de bi kêmanî 3 kes mirin, 580 kes jî birîndar bûn. -
Gotibû 'Dijmin wê li hatina Zapê poşman bibe'
Gerîlaya YJA Starê Adar Argeş ku cihê xwe di berxwedana Zapê de girt û heta kêliya dawî li ber êrîşên dagirkeriyê rabû, di hevpeyvînekê de gotibû, "Dijmin wê li hatina Zapê poşman bibe. Çi dibe bila bibe em ê wan ji vê xaka pîroz derxînin." -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Rojger Gabar konê sersaxiyê hat danîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Rojger Gabar (Mervan Şahnali) ku li qada Metîna ya li Başûrê Kurdistanê şehîd bû, li Hezexê konê sersaxiyê hat danîn. -
Li Xoyê bi meznahiya 6.1 erdhej çêbû
Erdheja bi mezinahiya 6.1’ê ya li bajarê Xoyê qewimî, li Wanê hat hîskirin. -
Tevgera Azadî: Destgîrkirina hevserokê me siyasî û derhiqûqî ye
Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên li ser destgîrkirina Hevserokê Tevgera Azadî Mamoste Selam axivî û diyar kir ku girtina hevserok Selam Abdullah siyasî û derhiqûqî ye. Hisên diyar kir ku hevserokê wan azad nebe wê helwestên cudatir nîşan bidin. -
HPG: Artêşa Tirk sûcên şer didomîne
Hêzên Parastina Gel ragihand ku, artêşa Tirk li Çemço li hember çeperên berxwedanê yên gerîlayan bi çekên qedexekirî êrîşan dike. -
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir
Hêzên Parastina Gel nasnameya 4 gerîlayên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî şehîd bûne, eşkere kir. -
Milîsên Mehmet Akar ên HBDH’ê li konvoya leşkerî xistin
Milîsên Mehmet Akar ên HBDH’ê ragihand ku, di 25'ê Çile de li Amedê konvoyeke leşkerî hatiye hedefgirtin û di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene. -
Li Sêrtê hemû çalakî, meş û mîtîng heta 15 rojan hate qedexekirin
Walîtiya Sêrtê diyar kir ji 30’ê Çileyê heta 14’ê Sibatê hemû meş, mîtîng û çalakî hatine qedexekirin. -
Cenazeyê Şehîd Raîfe Kûtlak radestî malbata wê hat kirin
Cenazeyê gerîlaya YJA Star'ê Raîfe Kûtlak a li Bestayê şehîd bû, radestî malbata wê hat kirin. Tevî ku cenazeyê Evîn Encu ji aliyê malbata wê ve hat teşhîskirin jî, nehat dayîn. -
Delegasyona Navneteweyî serdana xwe ya li Amedê bi dawî kir
Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê, di roja dawî ya serdanên xwe de li Amedê bi endam û nûnerên MEBYA-DER, DFG û baroyên Kurdistanê re civiya. -
Heso Îbrahîm: Operasyona li Şengalê bû bersivek ji dijminên Êzidiyan re
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm operasyona YBŞ'ê ya li hemberî sîxuran silav kir û destnîşan kir ku operasyon bû bersivek ji neyaran re. -
Hevserokê Tevgera Azadî Selam Abdûllah hate destgîrkirin
Li gorî agahiyan Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Selam Abdûllah hate destgîrkirin. -
Bi fuzeyan êrîş li ser qada gazê ya Kormorê hate kirin
Bi fuzeyan êrîş li ser qada gazê ya Kormorê ya li Silêmaniyeyê hate kirin. -
'Cihê xayînan li Şengalê nîne; bes bi dijmin bixapin'
Hevserokên Meclîsên Xanesor û Sinûnê yê Şengalê têkildarî 'Operasyona Tolhildanê' diyar kirin ku ew ê xayinan ji nava xwe derxînin û bangeke bi vî rengî li ciwanan kir: "Bi dijmin nexapin. Em hewcedarî kesî nînin, em xwedî hêz û rêveberî ne." -
Kakeyî: Divê hêzên Kurd li dijî êrîşan bibin yek -1
Pisporê hiqûqa navneteweyî Hejar Nûredîn Kakeyî diyar kir ku metirsiyên mezin li ser destketiyên li Başûrê Kurdistanê hene, dibe ku bi şev û rojekê ji dest biçin û got, "Divê hêzên Kurdî bibin yek." -
Dîlok: Komplo êrîşeke ku li ser hesabê sedsalî hatiye kirin
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok got, komploya navneteweyî êrîşeke welê ye ku li ser hesabê sed salî yê Rojhilata Navîn û cîhanê hatiye amadekirin. -
Ji bo şervanê YPG’ê Gabar konê sersaxiyê hat danîn
Ji bo şervanê YPG’ê Huseyîn Gabar yê di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû, li Wargeha Panberan a Mexmûrê konê sersaxiyê hat danîn. -
Dayikên Aştiyê tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. -
Şandeya navneteweyî ya li dijî Tecrîdê serdanên xwe didomîne
Şandeya Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê li Amedê di serdanê de destnîşan kir ku ew dikarin organîzasyonekê ji bo piştevaniyê ava bikin. -
Cenazeyên 3 şehîdên li Bestayê hatin radestkirin
Cenazeyên 3 gerîlayên YJA Starê yên li herêma Bestayê şehîd ketin, radestî malbatên wan hatin kirin. -
Dagirkeran 14 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirin
Artêşa Tirk a dagirker li qada Çemçoyê carekê bi bombeyên qedexekirî, 14 caran jî bi çekên kîmyewî êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên gerîla. -
Hevşaredarên jin serdana Malbata Şenyaşar kirin
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Hevşaredarên jin ên HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin.