HPG'ê 3 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Alîşêr, Reşîd û Amed bi tevlîbûna xwe ya li jiyan û şer bûn milîtanên Apoyî yên fedaî yên mînak."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Di êrîşên dewleta Tirk a qirker mêtinger de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê sala 2022'an meha Gulanê hevrêyê me Alîşêr Çiya, meha Îlonê hevrêyên me Reşîd Serdar û Amed Mayis şehîd bûn. Hevrêyên me Alîşêr, Reşîd û Amed ku salên dûr û dirêj di têkoşîna me ya azadiyê de li qadên cuda wezîfe kirin, bi tevlîbûna xwe ya li jiyan û şer bûn milîtanên Apoyî yên fedaî yên mînak.Hevrêyên me Alîşêr û Reşîd di nava karên Hêzên Taybet de bi kesayetiya xwe ya afirîner, biryardariya li milîtaniya fedaî, sekna bi îdîa, kûrbûna li ser armancê û hewldanên serketî asta teknîkê ya li qada zanistî ya Gerîlayên Modernîteya Demokratîk bi pêş ve birin. Hem bi rola kolektîf a di nava kar de hem jî bi pêşengiya xwe, hem jî bi şarezabûyîna di asta şexsî de afirîneriya ku kirin cihê pesindayinê bû. Hevrêyê me Amed jî bi keda xwe ya li qada şer a pratîkê, bi kesayetiya xwe ya fedakar, tevlîbûna xwe ya dilnizm û hewldana ji bo fedaîtiyê bû xwedî seknekê.

Hevrêyên me yên fedaî Alîşêr, Reşîd û Amed ku li hemberî xeta Apoyî û rastiya şehîdan ti carî xwe têrker nedîtin, her tim xwe deyndarê gelê xwe didîtin û bi vî rengî têkoşiyan, weke kadroyên li pêş ên rêxistina me bûn. Hevrêyên me Alîşêr, Reşîd û Amed serketina li Kurdistanê di xeta fedaîtiyê û têkoşîneke bi vî rengî dîtin, ji dil bawer kirin û pêwîstiya vê yekê jî bêteredût bi cih anîn. Hevrêyên me Alîşêr, Reşîd û Amed weke milîtanên bijarte yên gerîlayên me dema ku bi erk û berpirsyariya xwe radibûn şehîd bûn.

Hevrêyên me Alîşêr, Reşîd û Amed bi tevlîbûna xwe ya cidî û durust a li kar, bi germahiya di hevrêtiyê de û rûyê xwe yê li ket wê timî bêne bîranîn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd Alîşêr, Reşîd û Amed em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Alîşêr Çiya
Nav paşnav: Abdûlkahar Karasaç
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Fatma-Kerem
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Reşîd Serdar
Nav paşnav: Îzzet Akhan
Cihê jidayikbûnê: Dîlok
Dayik-Bav: Gulîzar-Rustem
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Amed Mayis
Nav paşnav: Îbrahîm Demîrcan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Sûltan-Hatîp
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

ALÎŞÊR ÇIYA

Partiya me PKK ku gelekî li ber qirkirinê bi pêşengiya Rêber Apo ji xweliyên xwe ji nû ve afirand, rastiya gelekî berxwedêr afirand ku bi şer hebûna xwe misoger kir û bi ruhê serhildanê tevgeriya. Berxwedana partiya me PKK ku afirînerê hêviya azadiyê ye, ji aliyê gelê me yê welatparêz ve li her bihosta Kurdistanê hate hembêzkirin û destaneke berxwedanê ya nîv sedsalê afirand. Navçeya Geverê ya Colemêrg a berxwedêr jî bû yek ji qadên destpêkê ku partiya me lê girseyî bû. Agirê berxwedanê yê gerîla li Zagrosan pê xist li kolanên Geverê veguherî serhildanan. Xelkê me yê Geverê yê welatparêz li gel êrîşan hemûyan jî tawîz ji berxwedanê neda û meşa azadiyê bi biryardariyeke mezin dewam kir. Li Geverê ku bi kevneşopiya serhildanê nifş afirand, hevrêyê me Alîşêr li nava malbateke welatparêz a ji vê çanda berxwedanê ya mezin ji dayik bû, hîn di zarokatiyê de şahidî ji berxwedana gelê me re kir. Xwedîderketina xelkê me yê Geverê li şehîdan, silavkirina bi serhildanan di bîranînên zarokatiyê yên hevrêyê me Alîşêr re bû xwedî cihekî girîng û kir ku bi Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re têkiliyeke xurt çêbike. Ji aliyekî ve berxwedana gerîla ya efsaneyî, li aliyê din êrîşên bêeman ên dagirkeran, kir ku di nava hevrêyê me de hestên welatparêziyê xurt bibe, di dilê wî de hestên tolhildanê mezin bû. Sekna hevrêya me Şehîd Bêrîtan a li hemberî dagirker û nokeran netewand, bandoreke xurt li hevrêyê me Alîşêr kir û di têkoşîna wî de bû hêmana diyarker. Li Stenbolê ku ji bo perwerdeya zanîngehê lê bû, rastiya sîstemê hîn bêhtir nas kir, li dijî asîmîlasyon, înkar û êrîşên tunekirinê bêdeng nema û biryar da tevlî nava refên berxwedanê bibe. Hevrêyê me Alîşêr bi karên ciwanan gava destpêkê avêt nava têkoşînê û ji bo zanekirina ciwanên Kurd, ji bo parastina wan ji êrîşên dagirkeriyê kedeke mezin da. Hevrêyê me di dema vî karî de ji aliyê dagirkeran ve hate girtin, li zindanên mêtingeriyê têkoşîna xwe dewam kir. Di pêvajoya zindanê de hevrêyê me têkoşîn û xwe baştir nas kir û hêrsa xwe hîn mezin kir.

Piştî ku ji zindana mêtingeran derket, tevlî karên bajêr bû, bi serketineke mezin ev kar dewam kir. Hevrêyê me Alîşêr gihîşt wê baweriyê ku dem hatiye tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe ku daxwaza wî ya zarokatiyê bû û piştî karên xweparastinê di sala 2015'an de beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Alîşêr hebûna li çiyayên Azad weke bicihanîna xeyalên xwe dît û ya ku herî zêde bandor li wî kir, hevrêtiya li nava PKK'ê ya pîroz bû. Hevrêtiya civakî, cewherî û xwedîderketina li hev ku taybetmendiya herî girîng a hevdîtiya PKK'ê ya ji hevaltiya li nava sîstemê cuda ye, kir ku hevrêyê me Alîşêr bi daxwazeke gelekî mezin tevlî vê têkiliya pîroz bibe. Ji bo hevrêyê me Alîşêr gotina 'Heval' bû heqîqetek ku bi maneyetiya herî mezin di dilê wî de neqişiya. Ji ber ku wateya 'Heval'bûyînê fêhm kir û her ku gihîşt kûrahiya wateya vê yekê, diyar kir ku gotina 'Heval' gelekî hêja û bedew e ku bi çend hevokan nikare bê vegotin. Lewma jî ji bo wî 'heval' dihate wateya têkoşîn, dilsozî, hezkirin û hevrêtî.

Hevrêyê me Alîşêr di nava jiyana PKK'ê de ku her kêliya xwe bi wateyên mezin dagirtî ye, bi hestên hevrêtiyê xwe ji nû ve afirand. Piştî ku perwerdeya şervaniya nû li qada Qendîlê temam kir, dest bi pratîkê kir û tecrûbeya xwe ya heyî bi taktîkên gerîla kir yek, bi vî rengî di demeke kurt de bû pêşeng. Hevrêyê me Alîşêr li hemberî Rêberê me û şehîdên me timî xwedî helwesteke xwerexnekirinê bû, hewl da ku hîn bêhtir bibe bersiv. Ji bo xwe tevlîbûn û jiyaneke ji rêzê qebûl nekir. Hewl da ku Rêbertî û Partiyê hîn bêhtir fêhm bike û bi cih bîne. Gihîşt wê encamê ku divê xwe bi her awayî perwerde bike, bi vî rengî hîn bêhtir bi kêrî rêxistinê bê. Ji bo karibe bersivê bide pêwîstiyên pêvajoyê kete nava kûrbûneke mezin, li ser vê bingehê beşdarî nava Hêzên Taybet bû. Ji bo li ser xeta Zîlan bibe xwedî meşekê, bêrawestan ked da, hewl da berpirsyariyên xwe bi serketineke mezin bi cih bîne. Hevrêyê me Alîşêr têkoşîna xwe ya şoreşgerî timî bilind kir, hevrêyên li derdora xwe bi pêş ve bir û li her qada jiyanê bû xwedî sekneke fedaî ya tevlîbûnê. Ala têkoşînê ya şehîdên me wergirt, bi serbilindiyeke mezin bilind kir û pêwîstiyên wê bi cih anî. Ji hevrêyên xwe re jî mîrateyek têkoşînê hişt ku wê ti carî neyê jibîrkirin.

Hevrêyê me Alîşêr bi fedaîbûnê ji bo pêkanîna armanca azadiyê ya gelê me bi fedakarî ked da, şer kir û wê her tim rêya têkoşîna me ronî bike.

REŞÎD SERDAR

Bajarê me yê pîroz Riha ku Rêber Apo lê ji dayik bû, mezin bû, civakîbûna destpêkê lê jiya, dostaniyên destpêkê yên herî mezin lê danî û hêviyên destpêkê yên azadiyê lê çand, di heman demê de bû qada destpêkê ya ku têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê lê girseyî bû.  Berxwedana dîrokî ya gel a li dijî mêtinger û nokeran li Hîlwan û Sêweregê serketineke mezin bi dest xist, piştre jî pêl bi pêl li her parçeyên Kurdistanê belav bû, veguherî meşa azadiyê ya dîrokî. Hevrêyê me Reşîd ê ji Rihayê, li nava malbateke me ya welatparêz ku neçar ma koçî Dîlokê bike, ji dayik bû. Ji ber ku bi Rêber Apo re ji heman warî bû, vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Reşîd kir, kir ku xwe kûr bike û di heman demê de jê re bû çavkaniya sûdwergirtinê. Hevrêyê me ku bi jêhatîbûna xwe li pêş bû, di perwerdeyê de serketî bû û perwerdeya tipê li zanîngehê wergirt. Di vê demê de lêgerînên xwe yên ji bo azadiyê zêd ekir, bêhtir bala xwe çû ser felsefeya Rêber Apo û berxwedana dîrokî ya partiya me PKK'ê û ji nêz ve şopand. Her ku têkoşîna me nas kir, bêhtir pejirand, tevlî nava karên ciwanan bû û gavên destpêkê ber bi têkoşînê ve avêt. Demekê li dijî êrîşên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger ji bo zanekirina ciwanên Kurd kete nava hewldanên berfireh, têkoşîna xwe ti carî têrker nedît, ji xwe re kir esas ku hîn bi çalak tevlî bibe. Hevrêyê me Reşîd gihîşt wê baweriyê ku dirûşma Rêberê Azad, Kurdistana Azad bi têkoşîna gerîla ya li çiyayên qedîm ên Kurdistanê dikare bi ser bikeve, lewma jî sala 2013'an hemû derfetên jiyana şexsî yên ku sîstemê pêşkêşî wî kirin, red kir, biryar da ku bibe milîtanekî meşa azadiyê ya Rêber Apo û tevlî nava refên gerîla bû.

Weke lêgerînekî bi rûmet ê rastiyê, hevrêyê me Reşîd ber bi rastiya xwe ya cewherî meşiya, cewhera xwe, nasnameya xwe ya esîl û dîrokî li nava refên gerîla, li çiyayên Kurdistanê nas kir. Hevrêyê me Reşîd baş zanîbû ku bi têkoşîneke mezin mirov dikare xwe bigihîne cewhera xwe, lewma ji kêliya destpêkê ya tevlîbûnê û pê ve bi îradeyeke mezin beşdarî nava jiyana şoreşgerî bû. Li Amedê ku navenda berxwedana li Kurdistanê ye tevlî nava refên gerîla bû, perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê li vê qadê bi serketî qedand. Bi hevrêtiya ji dil, kelecana naskirina jiyanê û moralê xwe bi xurtî tevlî bû. Li eyaleta Amedê piştî pratîka serketî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me ku bi perwerdeyê ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe kûr kir, piştre derbasî Zagrosan bû û li Avaşînê tevlî kar bû. Bi daxwaz û biryardarî beşdarî her kêliya gerîlatiyê bû. Hevrêyê me Reşîd ku bala xwe gelekî li ser felsefeya Rêbertî bû, her tim kete nava kûrbûnê. Weke milîtanekî ku berê xwe li armanca xwe bû, di 4'ê Nîsana 2014'an de beşdarî nava karên Hêzên taybet bû, ber bi armanca xwe ya bûyîna milîtanekî xwedî mîsyon beziya. Bi dilsoziya xwe ya mezin a bi armancê re kesayetiyekî milîtan afirand, di xeta Zîlan de bi biryardarî meşiya. bi kûrbûna xurt û perwerdeyê li nava refên Hêzên Taybet xwe ji nû ve afirand, di her kêliyê de hewl da qirêjiya sîstemê ji ser xwe biavêje, xwe bigihîne cewhera xwe û encamên gelekî xurt bi dest xist. Ji bo zincîrên ku sîstemê di kesayetiya wî de afirand bişikîne, ji bo xwe bi rastî azad bike, li her kêliya jiyanê pirsî, ji xwe re kir esas ku xwe û hevrêyên xwe bi pêş bixe. Piştî ku gelek wezîfeyên krîtîk bi serketî bi cih anî, bi sekna xwe ya bi biryar li her qadê bû milîtanekî mînak. Tevî ku di êrîşeke dijmin de birîndar bû, bi îradeya Apoyî zû rehet bû, bi lez li refên têkoşînê vegeriya, berxwedana xwe ji cihê mayî bi kelecaneke hîn mezin dewam kir. Bi têgihiştina, jiyana herî rast jiyana partiyê ye, jiyaneke bêyî vê bi wate nîne, bû xwedî sekneke welê ku xwedî li jiyana partiyê derket. Misogerkirina azadiya Rêber Apo ku afirînerê vê jiyanê ye, ji xwe re kir armanca bingehîn, ji bo vê jî bi hemû hêza xwe şer kir.

Hevrêyê me navê Şehîd Reşîd Serdar bi rûmet hilda ku fermandarê me yê nemir Şehîd Reşîd Serdar nikarîbû siya dagirkeran a li Kurdistanê jî tehemûl bike. Di şexsê şehîd Reşîd Serdar de xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdên me hemûyan derket û ji bo hêjayî wan bibe, bêrawestan têkoşiya. Hevrêyê me Reşîd kete nava kûrbûneke welê ku xwe bi temamî ji partiyê re feda bike, xizmetê bike û bersivê bide her cûre êrîşan. Di heman demê de ev sekna xwe û pratîka xwe kir yek. Armanca wî ya bingehîn ew bû ku di her kêliyê de kêliyê bi dest bixe, bike çalakî û çalakiyan bike. Ji xwe re kir armanc ku xwe ji her alî ve perwerde bike û bikeve pratîkê. Bû xwedî tevlîbûneke welê ku di serdema zanistî-teknîkê de rastiya şer ji kûrahî ve fêhm kir, doktrîna şerê şoreşgerî pejirand û asta znaistî-teknîkê ya gerîlayê demokratîk bigihîne asta herî bilind. tevlî karên krîtîk bû ku pêwîstî bi hesasiyetkee mezin, baldariyeke mezin hebû, piştî demekê bi berpirsyariya vî karî rabû, bi afirîneriyeke bilind serketinên mezin bi dest xist. Hevrêyê me Reşîd di nava karekî ku ne li pêş çavan e, navê xwe zêde nayê zanîn, lê belê di şerê me de xwedî roleke mezin e, bi kedkarî û pêşengiya xwe bû xwedî roleke diyarker.

Hevrêyê me Reşîd hevrêyekî welê bû ku gelekî hez ji gotina stranan dikir, di her stranê de jî dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re nîşan dida. Ji bo di nava jiyanê de xizmetê ji hevrêyên xwe re bike, ji bo hevrêyên xwe bêhesab ked da, tevlîbûneke bi vî rengî kir. Carna bi sekna xwe ya bi moral ji hevalên xwe re bû moraleke mezin, carna bi sekna xwe ya fedakar cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Her cihê ku di dilan de girt, ji xwe re kir war. Ya ku ev pêkanî jî hevrêtiya PKK'ê bû ku hevrêyê me Reşîd ji xwe re kir esas. Hevrêyê me Reşîd li ser xeta fedaî tevlîbûneke xurt pêk anî, her kêliya jiyana xwe ji bo azadiya gelê me feda kir. Bîranîna hevrêyê me Reşîd wê di berxwedana me ya serketinê de rêya me ronî bike.

AMED MAYIS

Bajarê me Mêrdînê ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo bi pêş ket, ji aliyê gelê me yê welatparêz ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û bi serhildanan hat silavkirin, tevî ku rastî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a mêtînger hat jî, ji meşa azadiyê tawîz neda. Bajarê me Mêrdîn ku yek ji kevintirîn niştecihên Kurdistanê ye, bûye hêleke hevpar a bi hêz ku tê de gelek gel, ziman û çandên cihêreng, bi taybetî jî gelê Kurd, di nav biratî û wekheviyê de bijîn. Hevrêyê me Amed li navçeya Şemrex a Merdînê ku nirxên civakî yên exlaqî û kevneşopiya Kurdistanî bi xurtî lê tê jiyîn, di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Amed ku bi dîtina çanda berxwedanê ji nêz ve mezin bû, bû xwedî kesayetek têkoşer ku ji temenê xwe yê biçûk de bi nasnameya xwe haydar bû.

Coş û kelecana têkoşîna gelê me yê Rojava yê ku bi felsefeya Rêber Apo ji bo şoreşê meşiya û êrîşên dagirkeran ên ku xwestin Şoreşa Azadiyê ya Rojava bifetisînin, bandorek mezin li hevrêyê me Amed kir. Pêvajoya şerê giran a li Rojava ya sala 2015’an, hestên xurt ên welatparêzî û wijdanî yên hevrêyê me derxist holê û xwesteka wî ya bi awayekî aktîf tevlî têkoşînê zêde kir. Hevrêyê me yê ku baş dizane şerê tê meşandin beriya her tiştî şerê mirovahiyê ye, şerê ronahî û tarîtiyê ye, lêgerînên wî kûrtir bûye û ji ber nirxên exlaqî yên ku ji civaka xwe girtiye ew zêdetir ber bi têkoşînê ve biriye. Weke ciwanekî Kurd ê birûmet hevrêyê me Amed ku li hemberî newekhevî û bêedaletiyê bêdeng namîne, biryar da ku biçe Rojava û tevlî şerê giran bibe. Piştî demekê hevrêyê me Amed ku li gelek deverên Rojava ma û li dijî dagirkeran Rojava û Şoreşa Azadiyê ya Rojava parast, bi hesta ku dema tevlîbûna nava refên Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ya ku xeyala wî ya zarokatiyê bû hatiye, di sala 2019’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û gerîlayê azadiyê.

Li Metîna ku qada yekemîn lê dima, kêlî bi kêlî bi xebata xwe re girêdanên hezkirina çiya û hevrêtiyê di dilê xwe de mezin kir. Ev destpêk ji bo wî bûye çavkaniya armancên mezin. Hevrêyê me Amed ku bi tecrubeyên xwe yên şer bi taktîkên gerîlayên serdema nû re kir yek û encamên bi bandor bi dest xist, hînî hevrêyên xwe kiriye û ji hevrêyên xwe jî hîn bûye. Hevrêyê me Amed ê ku di Cotmeha 2019’an de ji bo xwe nêzî Rêbertî bike, ji bo kurahiya jiyana Rêbertiyê fêm bike û bi jiyanî bike tevlî Hêzên Taybet bû, û li ser vê esasê bîrdozî û felsefeya Rêbertî ji bo hevrêyê me bû nexşerê. Hevrêyê me Amed bi zindîbûn, dilnizmî û rengê xwe yê jiyanê şopên kûr li ser hevrêyên xwe hiştiye. Hevrêyê me Amed ku bi coş û kelecanek tevlî PKK'ê bû, bi kelecan û rûyê xwe yê bi ken û bi taybetmendiyên xwe yên moralî ve her tim balê hevrêyên xwe kêşandiye. Hevrêyê me Amed li ser esasê tesbîta Rêbertiya me ya “Evîn ked dixwaze” di hemû qadên jiyana xwe de bi kedên bêhempa hezkirina xwe ya jiyanê û hevrêtiyê kûr kiriye û ev hezkirin bûye sedema geşbûna hestên tolhildanê û hêrsa li hemberî dijmin. Hevrêyê me Amed ku hem di warê leşkerî û hem jî di warê bîrdozî de jêhatî bû, yek ji hevrêyên yekem bû ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker bi çekan derbek li dijmin xist. Hevrêyê me Amed ku beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabêrê ya Şehîd Savaş Mereşê bû, li çeperên şer û tîmên bi tevger cih girt û erk û berpirsyariyên xwe yên di şerê dîrokî de bi serkeftî bi cih anî. Hevrêyê me Amed ku hêrseke wî ya bêdawî li dijî dagirkeran heye, li cihê ku pêwîst bû bersiva pêwîst da êrîşên dagirkeran.

Hevrêyê me di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de xwedî tevlîbûneke milîtan bû û li ser şopa cangoriyên me yên nemir bû; Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyê me Amed li pey xwe hiştî, ku bi jiyan, coş û şêwaza xwe ya têkoşînê bû fedaî yê layiqî Rêbertiya me, wê her tim rêya me ronî bike."