Li Semsûrê ji bo girtiyên nexweş û Rêber Apo bang hat kirin
Nûnertiya OHD’ê ya Semsûrê û TUAYDER’ê ji bo azadiya girtiyên nexweş û rakirina tecrîda li ser Rêber Apo li ber Edliyeya Semsûrê hatin ba hev.
Nûnertiya OHD’ê ya Semsûrê û TUAYDER’ê ji bo azadiya girtiyên nexweş û rakirina tecrîda li ser Rêber Apo li ber Edliyeya Semsûrê hatin ba hev.
Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Semsûrê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAYDER) ji bo balê bikişînin ser girtiyên nexweş û tecrîda li Îmraliyê çalakiyek hevpar lidar xistin. Gelek kesên ku tevlî çalakiyê bûn pankarta "Parastina jiyanê avakirina aştiyê ye" vekirin.
Rêveberê TUAYDER'ê Nacî Korkmaz, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) di mijara girtiyên nexweş de bûye yekane otorîte û anî ziman ku ev rewş astengiyek cidî ye li pêşiya dermankirinê. Korkmaz, da zanîn ku li girtîgehên Akçadag, Turkoglu û Semsûrê 7 girtiyên nexweş hene ku 4 jê giran nexweş in û diyar kir ku divê lijneyên tenduristiyê yên serbixwe bikevin nava liv û tevgerê.
Korkmaz, banga Rêber Apo ya di 27'ê Sibata 2025'an de jî bibîr xist û anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ne tenê binpêkirina mafên takekesî ye, di heman demê de di pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê de jî pirsgirêkek cidî derdixe holê.
Korkmaz axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir, “Divê tecrîd bi dawî bibe, girtiyên nexweş bên berdan, pêkanînên kêfî bên rawestandin.”
Çalakî bi çepikên beşdaran bi dawî bû.