Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 811’an de ye

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Senyaşar di roja 811’an de berdewam dike.

Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kiribû. Di encama êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bibû di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 811’an de didome.

Malbatê ji ber ku edliyeyê di dawiya hefteyê de girtî ye, çalakiya nobetê li mala xwe ya li Pîrsûsê berdewam kir.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtalê ev peyam parve kirin:

“Divê bêedaletî bi edaletê were hilweşandin (Mahatma Gandhi). Nobeta me ya edaletê di roja 811’an de ye.”